Ji KCD, HDP, DBP û TJA'yê çalakiya reşkirina lambeyan 2018-12-24 12:39:48   AMED - Di pêşengiya KCD, HDP, DBP û TJA de bi armanca piştgiriyê bidin çalakiyên grevê yên li girtîgehan dest bi çalakiya reşkirina lembeyan dikin. Sibê êvarî çalakiya reşkirina lembeyan dest pê dike.    Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, bi armanca tecridkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û azadiya Ocalan bixwaze 47 rojin li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiriye. Girtiyên PKK û PAJK'ê jî ji 27'ê Mijdarê ve li 117 girtîgehên Tirkiye û herêmê dest bi çalakiya 10 roj dorveger û bêdawî kirine. 30 girtiyên siyasî jî di 16'ê Kanûnê de li Girtîgehên Gebze, Amed, Patnos, Kandira û Wanê dest bi grevên bêdawî û bêdorveger kirine. 12 girtiyên siyasî yên jin jî li Xerpêtê 53 rojin bi heman armancê di çalakiya greva birçîbûnê de ne.    Sibê di pêşengiya KCD, HDP, DBP û TJA de bi armanca piştgiriyê bidin çalakiyên grevê yên li girtîgehan dest bi çalakiya reşkirina lembeyan dikin. Sibê saet di 20.00’an de dê li tevahiya bajarên Tirkiye starta çalakiya reşkirina lembeyan bê destpêkirin. Çalakî dê heta saet 20.30'an berdewam bike. Heta daxwaza girtiyan pêk bê dê ev çalakî bidome.