Li Licê û Amedê serdegirtina malan 2018-12-24 11:30:43   AMED - Piştî qedexekirina 7 tax û gomên çolterên navçeya Lîcê, leşkeran bi ser malan de girtin û 3 kes binçav kirin. Li Erdîşa Wanê jî di encama serdegirtina malan de gelek kes hatin binçavkirin.    Duh li Taxên Bîrlîk, Şenlîk û gomên Mîaran Komu, Kilaraş Komu, Şakar, Ayaz û Akçapınar ên çolterên navçeya Lîcê ya Amedê di saet 06.00’an de qedexeya derketina kolanan hat îlankirin û hîna jî qedexe û operasyona leşkerî ya hatibû destpê kirin, berdewam dikin.       Hat diyarkirin ku yekîneyên leşkerî yên beşdarî operasyonê bibûn li tax û goman bi ser malan de girtine û di lêgerînên pêk anîn de, ji Goma Mîaran S.O., ji Goma Gezan H.Ş û M.S.O. binçav kirin.     Hat destnîşan kirin ku welatiyên hatin binçavkirin birine navçeya Hênê ya Amedê.   Daxuyaniya Walîtiyê   Walîtîya Amedê jî di daxuyaniya da de wiha îdîa kir: “Li taxa Kalaba ya navçeya Hênê di 17’ê Kanûn de, di pevçûnekê derket de polîsekê jiyana xwe ji dest da, polîsek birîndar bû û HPG’iyek jî birîndar bû û dûre jiyana xwe ji dest da. Li goma Mîaran Komu ya Taxa Bîrlîk cenazeyên HPG’iyan ên hatibûn definkirin ji cihên wan hatin derxistin û ji bo tespîta nasnameyan û otopsiyê sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatin kirin. S.O. û H.Ş. jî ji ber definkirina cenazeyan hatin binçavkirin.”    6 kes hatibûn girtin   Berê jî derberê pevçûna li navçeya Hênê de, 6 kes hatibûn binçavkirin, rastî îşkenceyên giran hatibûn û dûre bi îdîaya “Alîkarî dayîna endamên rêxistinê” hatibûn girtin.     Li Erdîşê serdegirtina malan û binçavkirin   Di encama serdegirtina malan a li Erdîşa Wanê de gelek kes hatin binçavkirin. Kesên ku navê wan hatin hînbûn ên bi navê Nihat Macit, Kiyasettin Ulugana, Îbrahim Yilmaz, Ayten Yardimci û Adem Sala birin Muduriyeta Emniyeta Erdîşê û sedema binçavkirina wan nehat hînbûn.