Jinên Ebexê: Divê tecrîd demildest bi dawî bibe 2018-12-24 09:10:06   WAN - Jinên Ebex a Wanê bertek nîşanî tecrîda giran a li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dan û diyar kirin ku Azadiya Abdullah Ocalan azadiya wan e.   Çalakiya greva birçîbûnê ya parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rabe li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê di 8’ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger kir di roja 47’an de berdewam dike. Her wiha ji bo piştgiriyê li girtîgehên Tirkiyeyê girtiyên PKK û PAJK’ê grevên birçîbûnê dan destpêkirin. Li derve jî grev didomin.    Li navçeya Ebex a Wanê jinên li gundên girêdayî wê dijîn êrîşên li hemberî çalakiyan şermezar kirin. Jina bi navê Denîz Dagdemîr wiha got: “Ciwan tên girtin. Parlamenterên me tên binçavkirin. Dayikên Aştiyê, siyasetmedarên Kurd ên di greva birçîbûnê de tên binçavkirin. Divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî be. Em jî wek hemû gelên cîhanê dixwazin xwe bi îradeya xwe bi rê ve bibin.”   ‘Ev zilm wê kengî biqede’   Gulîstan Dag jî destnîşan kir ku divê demildest tecrîd bi dawî bibe û got gelê Kurd Abdullah Ocalan wek îradeya xwe dibîne û wiha dawî lê anî: “Em ji bo ev zilm bi dawî bibe dua dikin. Em li gund dijîn ji ber vê ew dibêjin qey agahiya me ji cîhanê tune ye. Parlamenterên me tên girtin. Li Îmraliyê tecrîd pêk tê. Li gelê Kurd zilmê dikin. Divê demildest ev tecrîd rabe. Azadiya Ocalan azadiya me ye.”