Xwendekaran bi daxuyaniyekê gefên Tirkiyeyê şermezar kirin 2018-12-23 18:55:44   KOBANÊ- mamoste û xwendekarên dibistana şehîd seydo ya kantona Kobanê li dijî  gefên dewleta tirk daxuyaniyek dan û gefên dagirkirinê şermezar kirin   Bi sedan mamoste û xwendekarên dibistana Şehîd Seydo ya Kantona Kobanê ji bo gef û êrîşên dewleta tirk ên li ser bakurê Suriyê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniya ku ji aliyê xwendekara bi navê Maya Bekir ve hat xwendin de ala Komîteya Perwerdeay Civakî (KPC) hat vekirin.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:    "Ev bû demek ku serokkomarê dewleta tirk Erdogan gefan li rojavayê Kurdistanê - bakurê Sûriyeê dixwe. Her wiha her ku hêzên Sûriyeya  Demokratîk herîmekê ji çeteyan rizgar dikin, Erdogan hewl dide ku çeteyan biparêze û êrîşî herêma kurdan bike. Êrîşa ku Erdogan dixwezê pêk bîne, êrîşa li ser mirovahî, azadî û wekheviya gelan e.   Dewleta Tirk naxwazê çeteyên DAÎŞ'ê bên tunekirin. Piştî ku dewleta tirk destên xwe dirêjî  şoreşa gelê Suriyeyê kir û artêşa azad bi xwe ve girêda êrîşî herêma herî aram kir.  Wek dagirkirina bajarê Efrînê, Bab û Cerblûsê ji bo vê yek jî em weke Xwendekarên Kobanê û rojavêyê Kurdistanê van gefên Erdogan red û şermezar dikin. Ji ber ku baweriya me bi şervanên me  heye. Şervanên me çawa herêm ji çeteyên DAÎŞ`ê rêzgar kirin, wê axa rojava jî  biparêzin. Her wiha em wek  xwendekarên Rojavayê Kurdistanê piştgiriyê didin hêz û şervanên xwe û çi ji me bê xwastin em ê bikin.   Em herî dawî bang li hêzên navneteweyî dikin ku gelên sivîl ên ku li hember tererostên cîhanê şer dikin û tune dikin biparêzin. Her wiha helwesta xwe li hember van gefan diyar bikin."   Daxuyanî bi diruşmeya " Bijî Berxwedana Rojava" bi dawî bû.