Konê berxwedanê li Hesekê hat vedan 2018-12-23 16:38:07   Ronîda Hacî    HESEKÊ - Bi pêşengiya Kongreya Star û PYD'ê çalakiya konê gerava birêçîbûnê bi durûşma “Em hemû Leyla Goven in “ hat despêkirin.   Bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocelan ,her wiha piştgirya çalakiya Hevseroka  Kongereya Civakên Demokratîk (KCD) û Perlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê  Leyla Goven ,Kongreya Star û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD ) îro bi dûrûşma “Em hemû Leyla Goven IN ,tecrîdê bişkînin ,faşîzmê têk bibin û bi rêber Apo re azad bijîn “çalakiya gerva birçîbûnê li bajarê Hesekê hat despêkirin.   Kon li taxa Mişêrfê ya bajarê hesekê hat vedan û bi wêneyên Rêberê PKK’ê Abdulah Ocelan  her wiha alên Kongreya Star ,PYD’ê û wêneyên Perlementera HDP’ê Leyla Goven hat xemalndin. Çalakî bi tevlibûna 256 kesî hat destpêkirin.     Piştî deqeyek rêzgirtinê Endama Rêvberiya Kongreya Star Şêrîn Oso axivî û wiha got “Em berxwedana zindanan û leyla Goven silav dikin. îro leyla Goven sembola jina azad e.  Em hemû leyla goven in ,di heman demê de tecrîda li ser Rêber Apo tê meşandin jî em şermezar dikin. Bi vîna jina azad û têkoşer em ê komployan vala derxin û bi rêberê xwe re azad bijîn.”   Çalakî dê 2 rojan bidome. Di nava 2 rojan de  dê axaftin û serdana kon bê kirin. Herwiha ,sinevizyon bê nîşandan û wê agir were vêxistin. Çalakî niha bi axftinan û serdana konê gerevê dewam dike.