Li Çelaxayê gelê ereb li dijî gefan daket qadan 2018-12-23 15:24:53   QAMIŞLO - Li bajarokê Çelaxa bi sedan welatiyên ereb daketin qadan û gefên dewleta tirk û êrîşên wê yên li dijî  bakurê Sûriyê şermezar kirin.   Li bajarokê Çelaxa  yê girêdayî navçeya Girkêlegê yê Kantona Qamişlo li dijî gef û êrîşên dewleta tirk ên  li se  bakurê Sûriyê bi sedan welatiyên ereb  daketin qadan û gef û êrîşên hatin kirin şermezar kirin.   Di meşa hat lidarxistin de dirûşmên" Ji dagirkeriyê re na, bijî yekîtiya gelê Sûriyê " hatin berzkirin. Meş ji navenda bajêr hat despêkirin û li destpêka bajêr veguherî mitîngê. Di mîtîngê de ji bo pakrewanên azadiyê deqeyek rêz hat girtin û axaftin hatin kirin. Li ser navê Partiya Yekitya Dmokratîk (PYD) endamê rêveberiya partiyê Srûr Şetî axaftin kir.   Serûr Şetî di axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên dewleta tirk û ev tişt got: "Gelê me xwedî hêzeke mezine dikare li hember kiryarên Erdogan û gefên wî li ber xwe bide û ji bo wê jî yekîtiya gelan ji pilanên Erdogan mestir e.  Em nabin qurbanên lîstikên dewleta tirk û em ê têkoşîna xwe bilind bikin. Di vê dema hesas de yekîtiya me hemû gelan pêwîst e.  Banga me ji bo tevahî neteweyên yekbûyî re ye ku dagirkeriya Erdogan rawestînin."   Meşa ku veguherî mîtîngê piştî axaftinan bi dirûşmên  "Bijî serok Apo" hat bi dawîkirin.