'Tecrîd bi berxwedana gel dikare bê şikandin' 2018-12-23 14:09:26   NAVENDA NÛÇEYAN -Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrînê Newroz Ûysal li Hambûrgê di panelekê de axivî û got, "Tecrîd bi berxwedana gel dikare bê şikandin.   Li bajarê Hambûrg ê Almanyayê, bi navê "Jiyanek di oxira azadiyê de û berxwedana Îmraliyê" panelek hat lidarxistin. Panel li HAK-EVÎ ya li Hambûrgê pêk hat û ji aliyê pêkhateyên Meclîsa Jinê ya Rojbîn ve hate organîzekirin. Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrînê Newroz Ûysal û nûnera TJK-E'yê Zîlan Serhat lê axivîn. Moderatoriya panelê jî Leyla Kara kir.   'Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye'   Parêzer Newroz Ûysal diyar kir ku tecrîd û îzolasyona 20 salan, dewama komploya hêzên navneteweyî ye û ev tişt got; "Armanc ji komployê ew bû ku têkiliya Birêz Ocalan bi gel re bê birîn û bi tenê were hiştin. Ji ber ku Ocalan ne girtiyekî ji rêzê ye, şert û mercên ku ew li nav hate bicihkirin jî ji rêzê nînin. Rewşa cografî ya Îmraliyê bi xwe tecrîd e. Muwekîlê me di nava zindanê de xistine zindanê. Ji her mafî bêpar hatiye hiştin û di şexsê wî de hewl didin çavê civakê bitirsînin. Peyama 'Rêberê we di destê me de ye, em çi bixwazin dikarin bînin serê wî' didin. Ji vê bêhiqûqiya xwe re hincetek dîtine û tecrîdê didomînin. Eger mirovek 20 salan li cihekî bê hiştin, heman reng, hem derî û pace li pêş çavên wî be, ev yek tecrîd e. Li Îmraliyê polîtîkaya rizandinê tê meşandin. Dewletê destpêkê xwest Birêz Ocalan teslîm bigire. Ji ber ku ev yek jê nehat, ew xistin bîra mirinê. Hemû mafên wî jê stend û bi vî rengî tolê jê hiltîne. Di şexsê wî de bêhiqûqî li gelekî tê kirin. Hebûna wî weke şantajekê bi kar tîne û dixwaze wî bide jibîrkirin. Piştî ku Rewşa Awarte hate rakirin me xwest wî bibînin, lê belê gotin 'sûcê dîsîplînê heye' û daxwaza me qebûl nekirin. Dixwazin aktoriya siyasî ya Ocalan ji holê rakin. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, kiryarên li dijî muwekîlê me BirAêz Ocalan weke êşkenceyê bi nav kir. Heta doh me daxwaza azadiya wî dikir, lê niha em nizanin bê dijî ya najî. Tecrîd ancax bi berxwedana gel dikare bê şikandin."   Divê em dengê xwe bilindtir bikin   Nûnera Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) Zîlan Serhat jî di destpêka axaftina xwe de ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Sakîne Cansiz bi bîr anî û wiha axivî; "Bi dîlgirtin û tecrîdkirina Rêberê me re dixwazin wî û hêza jinê ji hev qut bikin. Bi polîtîkaya tecrîd û îzolasyonê hewl didin civakê bitirsînin. Li dijî polîtîkaya zext, zilm û tecrîdê dengê me wê bilindtir be. Ji bo azadiya Rêberê xwe divê em çalakiyên mezintir bikin. Ya ku Rêbertî azad bike îrade û hêza jinê ye."