Jinên Ereb: Em ê li dijî gefên Erdogan li berxwe bidin 2018-12-23 09:04:11   Ferîde Zade   ŞEHBA - Jinên Kantona Şehbayê yên Ereb diyar kirin ku bi hemû hêza xwe amade ne ku li hember gefên Erdogan ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bisekinin û gotin:"Em ê yek dilî li dijî sîstema diktator a li Tirkiyeyê bisekinin."   Derbarê gefên Erdogan ên li ser Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê de jinên Ereb diyar kirin ku li dijî hemû gefan ew ê têbikoşin û gotin:"Dewleta tirk a dagirker her dem ji bo berjewendiyên xwe êrîş dikin û mirov û xwezayê qetil dikin. Em ê destûrê nedin qirkirin û qetlîamên nû."   'Em ê heta dawî têkoşîna xwe bidomînin'   Jina bi navê Sebah Xudir wiha got:"Erdogan bi gefên xwe hêza jinê û yekîtiya gelan hedef digire. Lê em ê li dijî sîstema diktator her têbikoşin. Erdogan dema ku Efrîn dagir kir gelek komkujî pêk anî niha dixwaza komkujiyên nû pêk bîne. Divê em bibin yek û cîhan jî li dijî gefên Erdogan ên rê li komkujiyê nû vedikin bêdeng nemîne. Em dev ji têkoşîn û baweriya xwe bernadin. Em ê heta dawî têkoşîna xwe bidomînin."   'Em ê li dijî êrîşan her bisekinin'   Zehra Kelo diyar kir ku ew li dijî hemû êrîşan ama de ne û wiha got:"Em her di nava hewldan û tevgerekê de ne. Loma em li dijî gefan serî natewînin. Gefên Erdogan dê tu carî tirsekê di dilê me de ava neke. Berojavî vê yekê em bi hêztir dibin. Em ê li dijî êrîşan heta dawiyê bisekini. Bila Erdogan bitirse."   'Berxwedan û serkeftin a me ye'   Jina bi navê Xezaê Elo ya ji Navçeya Ahrezê wiha got:"Em van gefên dewleta tirk qet qebûl nakin. Erdogan dê tu carî nikaribe xewn û xeyalên xwe pêk bîne. Dê hemû hewldanên wî vala derbikeve. Em ê bi hemû cureyên têkoşînê li dijî gefan derkevin. Berxwedan û serkeftin a me ye."   'Hêza mirovan bi berxwedanê zêde dibe'   Emil Ismaîl ya ji gundê Um Huşê ye axivî û wiha got:"Em gefên Erdogan ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyaeyê tu carî qebul nakin. Em bi hemû hêza xwe amade ne ku li dijî gefên Erdogan bisekinin. Hêza mirovan bi berxwedanê zêde dibe. Em ê jî her li berxwe bidin. Em ê yek dilî li dijî sîstema diktator a li Tirkiyeyê bisekinin. Dewleta tirk a dagirker her dem ji bo berjewendiyên xwe êrîş dikin û mirov û xwezayê qetil dikin. Em ê destûrê nedin qirkirin û qetlîamên nû."