Li Konyayê jinek hat qetilkirin 2018-12-22 13:16:22   KONYA - Polîsê teqawît bûye yê bi navê Mehmet G. jina bi navê Hediye Inanç û hevalê xwe Sami Oguz Deniz qetil kir.    Li Kuçeya Fevzi Çakmak a Navçeya Karataya Konyayê polîsê teqawît bûye yê bi navê Mehmet G. jina bi navê Hediye Inanç a ku 7 sal berê bi peymana hevpar dev jê berdabû û hevalê xwe Sami Oguz Deniz qetil kir. Hediye li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Sami jî li Nexweşxaneya Nunune ya Konyayê jiyana xwe ji dest da.    Mehmet G. yê ku hat binçavkirin komkujiya ku pêk anî rewa dît û xwe parast.    Hat hînbûn ku dê Mehmet G. piştî karê emniyetê sewqî adliyeyê bê kirin.