Di mudaxeleya li Silêmaniyê de 97 kes hatine binçavkirin 2018-12-22 11:30:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Di mudaxeleya ku duh hêzên asayîşa Silêmaniyê li dijî xwepêşandana Tevgera Gencanî Welatparêzên Kurdistanê pêk anîbû de, bi giştî 97 kes hatine binçavkirin. Di nava kesên hatine binçavkirin de zarok jî hene.   Tevgera Gencanî Welatparêzên Kurdistanê duh xwestibû ku li ser kolana Seholeke ya Silêmaniyê, li dijî tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, xwepêşandanekê li dar bixe û daxuyaniyekê bide çapemeniyê.   Lê dema ku ciwan li ser kolana Seholeke kom dibûn, hêzên Asayîşa Silêmaniyê destûr nedan û gelek ji wan bin çav kirin. Hêzên asayîşê her wiha li cihên cuda yên bajar jî gelek kes binçav kirin.   Li gorî Rojnewsê zanyariyên ji çavkaniyên asayîşê girtiye, bi giştî 97 kes hatine binçavkirin.   Di nava kesên hatine binçavkirin de 10 endamên Komeleya Karkerên Mezopotamya ku wan jî li dijî tecrîdê greva birçîbûnê daye destpêkirin, xwestin bi armanca destekdayînê tevlî çalakiya ciwanan bibin jî hene. Endamên komeleyê dema ji avahiya komeleyê derketin ser kolanê, hatibûn binçavkirin.   4 rojnamevanên ku dixwestin bûyeran bişopînin jî, ji aliyê asayîşê ve hatinçe binçavkirin.   Hate diyarkirin ku di nava kesên hatine binçavkirine welatiyên ji Bakûr û Rojhilatê Kurdistanê jî hene.   Her wiha hat gotin ku di nava binçavkiriyan de zarokên ku temenê wan 14 ye jî hene.   Kesên hatine binçavkirin, li navenda Asayîşa Silêmaniyê tên girtin.