Leşkeran mala gund kirin qereqol 2018-12-22 10:59:48   AMED - Leşker û cerdevanên ku 16 roj in li mezraya Mala Evdo Heşkê Bît a Gundê Nedarê ya Pasûrê bi cih bûne, mala gund ji xwe re kirine qereqol.    Leşker û cerdevanên ku 16 roj in li mezraya Mala Evdo Heşkê Bît a Gundê Nedarê ya Pasûrê ya Amedê bi cih bûne, mala gund ji xwe re kirine qereqol. Nêzî 200 leşker û cerdevanên ku bi maşîneyên zirxî li gund bi cih bûne, bêyî destûr bigirin li mala gund bi cih bûne û kirine wekî qereqolê. Hat diyarkirin ku deriyê malê şikandine û eskerên payebilind li vê malê dimînin. Hat zanîn ku esker û cerdevan ji 7'ê Kanûnê de li vir bi cih bûne û dar û berên gundiyan bê destûr dibirin. Welatiyên ku serî li rayedaran dan, diyar kirin ku tu bersiv negirtine û  hêj leşker û cerdevan ji mezraya wan nehatine derxistin.