Li Mexmûrê koma 3'emîn greva birçîbûnê dewir girt 2018-12-22 10:17:22   MEXMÛR - Çalakiya greva birçîbûnê ya li wargeha Mexmûrê (Şehîd Rustem Cûdî)  berdewam dike ji aliyê koma sêyemîn ve dewir hat girtin.   Bi boneya şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam dike bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji zindanan grevên birçîbûnê hatin destpêkirin û pêl bi pêl li Kurdistanê û gelek deverên cîhanê belav dibe. Li Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Şehîd Rûstem Cûdi ya Mexmûrê jî 16'ê kanunê greva birçîbûnê bi heman awayî dest pê kir. Di roja 7'an de ji aliyê koma sêyemîn ve çalakî dewir hat girtin. Li ser navê koman axaftin hatin kirin. Di koma sêyemîn de jî 8 jin 11 mêr bi giştî 19 çalakvanan cîh girtin. Li ser navê her du koman Murad Seven axivî.   Murad da zanîn ku li her deverê çalakî dest pê kirine û ew ê jî heta rakirina tecrîdê di nava çalakiyan de bin û wiha berdewam kir: "Tecridek gelek giran li ser Rêberê me heye, ji bo wê jî divê em li Rêberê xwe xwedî derkevin. Heta serkeftinê dê çalakiyên me berdewam bikin."   Çalakî bi dirûşmên weke 'Bijî Serok Apo', 'Bê Serok jiyan nabe', 'Bi can bi xwîn em bi te re ne ey  Serok' û 'Serok roja me em agirê dora wî' hate dewirgirtin.   Çalakî bi serdanên semtan, dibistanan û saziyan berdewam dike.