'Heta tecrîd bi dawî bibe em ê li berxwe bidin' 2018-12-22 09:09:15   HEWLÊR - Çalakiya ji bo piştigirya greva birçîbûnê ya Leyla Guven li Hewlêrê didome. Jinên ku beşdarî çalakiyê bûne gotin:"Berxwedana ji bo bidawîkirina tecrîdê ji bo me rûmet e. Divê hemû kes li rûmeta xwe xwedî derkevin."   Çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û bi dorveger ya li bajarê Hewlêrê ku ji bo piştgiriya Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven hatiye destpêkirin bi koma 15’an dewam dike. Jinên ku beşdarî çalakiyê bûn hestên xwe anîn ziman û gotin:"Em dev ji têkoşîna xwe bernadin. Heta tecrîd bi dawî bibe em ê li berxwe bidin."   'Em ê li pey serokê xwe, doza xwe û şehîdên xwe bin'   Xoxê Uçar tecrîda girankirî a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir û got: " Ez di destpêkê de vê bêdengiya ku li hemberî Rêberê me û gelê Kurd a ji aliyê dewletên yekbûyî yên Amerîkayê ve heyî şermezar dikim. Em jî pişgiriya çalekiya Leyla Guven dikin û silav dikin. Heta dawiya dilopa xwîna xwe jî em ê li pey serokê xwe, doza xwe û şehîdên  xwe bin."   'Hêviya me ew e ku gelê Kurd yên li her qadê, bikevin nava çalakiyan'   Rebîa Mubarek jî bal kişand li ser tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan, çalakiya Leyla Guven û wiha pêde çû : " Armanca me jî ya ji bo çalakiya birçîbûnê ew e ku em vê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê me heyî bişkînin, em çalakiya Leyla Guven jî silav dikin. Ev bêdengiya Hikumeta Herêma Kurdistanê û Iraqê a li himberî vî şerî, divê bi dawî bibe. Hêviya me ew e ku gelê Kurd yên li her qadê, bikevin nava çalakiyan."   'Em bibin yek em ê her bi ser bikevin'   Emîne Tunç jî tecrîd şermezar kir û got: " Ev nêzî sê salane ji Rêberê me tu agahî nayê girtin, li ser vê bingehê Leyla Guven li zindanê dest bi çalakiya birçîbûnê kir û niha belavî hemû cihanê bûye. Gelê Kurd jî niha di nava çalekiya birçîbûnê û di çalekiyên cûda cûda de ne, li ser vê bingehê em jî tevlî çalakiya birçîbûnê bûne. Em bibin yek em ê her bi ser bikevin."   'Divê hemû kes li rûmeta xwe xwedî derkevin'   Dirê Bîlen got:"Ev sê salin bi Rêbertî hevdîtin nehatiye çêkirin di serî de em vê nêzikatiya Erdogan şermezar dikin. Ev şerê ku li ser gelê Kurd heyî em pê pir xemgînîn, pêwîste em weke gelê Kurd bi taybet keçên ciwan hîn zêdetir di nava çalekiyan de cih bigrin ji bo şikandina faşizma Edogan çi dikeve li ser milê me, em amadene pêk bînîn. Berxwedana ji bo bidawîkirina tecrîdê ji bo me rûmet e. Divê hemû kes li rûmeta xwe xwedî derkevin. Em dev ji têkoşîna xwe bernadin."