Li Til Temirê greva birçîbûnê bi daxuyaniyê bi dawî bû 2018-12-22 08:57:09   HESEKÊ - Çalakiya konê gireva birçîbûnê ku ji aliyê Kongra Star û PYD' ê ve hatibû destpêkirin, bi daxuyaniyekê bi dawî bû. Di daxuyaniyê de bang li tevahî jinên cîhanê hat kirin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, rabin ser piyan û piştgiriya Leyla Guven bikin.   Çalakiya konê gireva birçîbûnê ku ji aliyê Kongra Star û PYD' ê ve hatibû destpêkirin, bi daxuyaniyekê bi dawî bû. 85 jê jin 160 kes beşdarî çalakiya konê grevê bûbûn. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku dem dema yekîtiyê ye.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:   " Em wekî jinên bajarê Til Temirê bi çalakiya xwe piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven dikin. Em ê meşa azadiyê nesekinîn ta ku Rêber Apo azad bibe. Em ê kêlî bi kêlî têkoşîna xwe mezintir bikin. Li dijî tecrîdê û gefên Erdogan roj roja yekîtiyê ye. Divê em dagirkeriyê qebûl nekin û li dijî dagirkeriyê xwe biparêzin."   Daxuyanî bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.