Li Silêmanî ciwanên ku tecrîd şermezar kirin hatin binçavkirin 2018-12-21 15:33:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Gencanî Welatparêz ku bi armanca şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çalakî pêk anîn rastî astengiya asayişê hatin. Yekîneyên Asayişê ya Silêmanî 30 ciwan binçav kirin.    Tevgera Gencanî Welatparêz, bi armanca şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çalakî pêk anîn. Endamên tevgera ciwanan û endamên Komeleya Karkerên Mezopotamya jî di navde nêzî 30 ciwan hatin binçavkirin. Tevgera Ciwanên Welatparêz xwestin ku îro li ser kolana Seholeke ya Silêmaniyê, li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, çalakiyê pêk bînin. Piştre xwestin daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Lê dema ku ciwan li kolana Seholeke ya ku dê çalakî lê bihata lidarxistin kom bûn, hêzên Asayîşa Silêmaniyê destur nedan û nêzî 30 ciwan binçav kirin. Li aliyê din endamên Komeleya Karkerên Mezopotamya ku wan jî li dijî tecrîdê greva birçîbûnê daye destpêkirin, xwestin bi armanca destekdayînê tevlî çalakiya ciwanan bibin, lê dema ji avahiya komeleyê derketin ser kolanê, hatin binçavkirin.