Ji bo çûyina Îmraliyê malbatan serîlêdan kirin 2018-12-21 13:26:05   STENBOL - Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û malbatên 3 girtiyên PKK'î yên li Girtigeha Îmraliyê girtî ne, bi armanca bi wan re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Ji malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, xwişk Ocalan Fatma Ocalan û wasiyê Ocalan Mazlum Dinç, bi armanca biçin Îmraliyê û bi Ocalan re hevditin bikin serî li serdozgeriyê dan.    Ji malbatên girtiyên din Hamîlî Yildirim birayê wî Polat Yildirim, ji malbata Omer Hayri Konar birayê wî Alî Konar û ji balbata Veysel Aktaş xwişka wî Sabiha Aslan bi armanca hevditinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê dan.   Herî dawî Mehmet Ocalan di 11'ê Îlona 2016'an de bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevditin kiribû û ji wê demê heta niha destûr nayê dayîn ku biçe hevdîtinê.