Zarokên Kobanê: Em naxwazin zarok bimirin 2018-12-21 09:19:25   KOBANÊ - Zarokên Kobanê yên ku li dijî gefên Erdogan bi bertek in gotin:"Em naxwazin zarok bimirin û axa me bê dagirkirin."   Zarokên ku naxwazin şer çê bibe û dîsa li ser axa xwe bibin koçber gotin:"Em Erdogan naxwazin."   Hîva Muhemed got:"Erdogan zarokan dikuje. Em naxwazin zarok êdî bimirin. Em dixwazin aştî hebe."   Muhamed Mustafa got:"Ax axa me ye, em naxwazin kesek têkeve axa me."   Yasir Oso got:"Bila Erdogan dev ji dijminatiya gelê Kurd berde. Em axa xwe nadin kesekî."   Sîdira Oso jî wiha got:"Erdogan zaroka bi navê Sara jî kuşt. Em ji bîr nakin. Em ê heta dawî ji bo axa xwe biparêzin têbikoşin."