Selma Altan: Tecrîd û girtîgeh polîtîkaya dewletê ya binpêkirinê ye 2018-12-21 09:15:56   ÎZMÎR - Seroka TUHAY-DER'ê ya Egeyê Selma Altan diyar kir ku her çiqas desthilatdariya siyasî biguhere jî polîtîkayên girtîgehan neguheriye û mêjiyê dewletê her tim li ser desthilatdariyê maye û wiha got: “Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan parçeyek vê polîtîkayê ye. Tecrîd neyê rakirin wê grev veguherin grevên birçîbûnê yên bêdem û dorneveger.Tecrîd û girtîgeh polîtîkaya dewletê ya binpêkirinê ye.”   Girtiyên siyasî yên li dijî tecrîda giran li girtîgehên Tîpa F dest bi greva birçîbûnê kiribûn, di roja 45'an de veguhertin rojiya mirinê, di 19’ê Kanûna 2000’î de bi tevlîbûna hezaran leşkerî mudaxale pêk hat û 30 jê girtî bi giştî 32 kes hatin qetikirin. Di ser komkujiyê de 18 sal derbas bû. Seroka Komeleya Alîkariya Malbatên Girtiyan ya Egeyê (TUHAY-DER) Selma Altan bi lêv kir ku wê demê bi projeya Tîpa F armanc kirin ku girtiyan tecrîd bikin û têkiliya wan bi civakê bê qûtkirin.    Selmayê wiha got: “Her çiqas desthilatdariyên siyasî biguherin jî polîtîka dewletê neguheriye. Polîtîkayên wê demê jî û yên niha jî ne hiqûqî ne. Polîtîkaya tunekirina îradeyê heye. Bêyî hincet tecrîda giran li ser Birêz Abdullah Ocalan tê meşandin. Ne malbat ne parêzer dikarin hevdîtinê bikin. Hemû hewldanên hiqûqî jî bê encam mane.”   ‘Tecrîd ranebe wê grev veguherin yên bêdem û dorneveger’   Selmayê got rewşa parlamentera HDP’ê Leyla Guven a çalakiya wê ketiye roja 44’an jî her diçe xirab dibe û ev tişt bi lêv kir: “Grevên girtiyên siyasî jî didomin. Li herêma Egeyê li 8 barajan li 27 girtîgehan ji 27’ê Mijdarê û vir de çalakiyên greva birçîbûnê bêdem û dorveger ên 10 rojan didomin. Li gorî agahiyên malbat û parêzeran heta tecrîd ranebe wê grev bidomin. Ger daxwaz jî pêk neyên wê grev bêdem û dorneveger bidomin. Bila kes li girtîgehan nemirin. Em di vê mijarê de her tim bang dikin lê encamek nayê girtin. Ez ji bo vê yekê banga hestiyariyê dikim.Tecrîd û girtîgeh polîtîkaya dewletê ya binpêkirinê ye.”   Selmayê der barê grevên birçîbûnê de agahiyên ji malbat û parêzeran girtiye wiha parve kir:    *Li girtîgehên Kiriklar a F1 û F2 bi 3 koman grevên birçîbûnê yên bêdem û dorveger yên 10 rojan hatine destpêkirin û didomin.   *Li Şakranê li 4 koguşên jinan komek, li kaguşa T-1 du kom, li koguşa T-2 10 kesî, li koguşa T-3 6 kesî bi 10 rojan dest bi grevê kirine. Li koguşa T-4 jî komên ji 5 kesan pêk tên dîsa bi heman awayî dest bi grevên bêdem û dorveger kirine.   *Li girtîgeha Tîpa R a Menemenê, girtiyên bi navê Ergîn Aktaş û Ahmet Hemî dest bi grevên bêdem û dorneveger kirine.   *Li girtîgeha Kepsut a Balikesîrê bi du koman dest bi greva birçîbûna bêdem û dorveger a 10 rojan kirine.   *Li girtîgeha Tîpa T ya Burhaniyê li koguşekê komek ji ji 5-6 girtiyên jin pêk tê yeko yeko dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a 10 rojan kirine.   *Li girtîgeha Tîpa e û M ya Muglayê û li girtîgeha Tîpa T ya Manîsayê komên ji 4 kesan pêk tên dest bi grevên birçîbûnê yên bêdem û dorveger ên 10 rojan kirine. Li girtîgeha Odemîşê jî li 3 koguşan komên ji 4 kesan pêk tên dest bi greva bêdem û derveger kirine.