'Li dijî polîtîkayên berjewendiyê peyama herî girîng yekîtiya gelê Kurd e' 2018-12-21 09:04:34   Sorgul Şêxo   HESEKÊ - Şêwirmenda PYD'ê Sîlvana Elî derbarê geşedanên li Sûriyeyê de nirxandin kir û got:"Erdogan bi gefên xwe dixwaze kevneşopiya dewleta Osmaniyan bidomîne. Bi vê yekê wekheviya gelan jî hedef tê girtin."   Şêwirmenda Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Sîlvana Elî derbarê geşedanên Sûriyeyê û gefên Erdogan de got:"Dewleta tirk bi piştgiriya hêzên navneteweyî gelê Kurd hedef digire. Dixwazin Kurd heta sedsalek din jî nebe xwedî statu."   'Polîtîkayên xwe yên ji bo berjewendiyê li ser dijminatiya gelê Kurd dimeşîne'   Sîlvanê diyar kir ku gelek gel ji ber polîtîkayên berjewendiyê hatine qirkirin û wiha got:"Kurd, Ermenî, Suryanî, Elewî her dem ji ber polîtikayên berjewendiyê yên dewleta tirk hatine qirkirin. Ji komkujiyên mezin derbas bûne. Divê ev yek neyê jibîrkirin û hemû kes li dijî polîtîkayên qirkirinê yên dewleta tirk bisekine. Niha dewleta tirk polîtîkayên xwe yên ji bo berjewendiyê li ser dijminatiya gelê Kurd dimeşîne. Li dijî hemû cureyên tundî û qirkirinê dê gelê Kurd her di nava têkoşînek mezin de be."   'Li dijî polîtîkayên berjewendiyê peyama herî girîng yekîtiya gelê Kurd e'   Sîlvanê bal kişand ser helwesta rejîma Sûriyeyê û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Hêzên navneteweyî û rejîma Sûriyeyê rê didin dagirkirina dewleta tirk. Li vir tê xwestin ku Kurd tenê bê hiştin. Li ser têkbirin û tunekirina gelê Kurd polîtîkayên berjewendiyê tên meşandin. Erdogan bi gefên xwe dixwaze kevneşopiya dewleta Osmaniyan bidomîne. Bi vê yekê wekheviya gelan jî hedef tê girtin. Dewleta tirk bi piştgiriya hêzên navneteweyî gelê Kurd hedef digire. Dixwazin Kurd heta sedsalek din jî nebe xwedî statu. Li dijî polîtîkayên berjewendiyê peyama herî girîng yekîtiya gelê Kurd e. "