'Destkeftiyên hemû gelên li Sûriyeyê hedef tên girtin' 2018-12-21 09:03:01   Ronîda Hacî    HESEKÊ - Endama Rêveberiya Mala Êzidiyan Cîhan Celeo derbarê gefên Erdogan ên li ser Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê de got:"Bi gefên Erdogan, destkeftiyên hemû gelên li Sûriyeyê hedef tên girtin. Li dijî gefan divê hemû gelên li Sûriyeyê dijîn bibin yek. Divê em bi hev re hebûn û axa xwe biparêzin."   Derbarê gefên Erdogan ên li ser Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê de Endama Rêveberiya Mala Êzidiyan Cîhan Celeo nirxandin kir û got:"Li dijî hemû polîtîkayên qirkirin, komkujî, dagirkerî û tunekirinê divê hemû cîhan li ser piya bin. Çimkî ev polîtakayan zirarê dide hemû gelên li cîhanê. Di şexsê gelê Kurd de zirarek mezin li hemû gelên li cîhanê tê kirin."   'Her dem piştgiriya çeteyên DAÎŞ'ê kiriye'   Cîhanê da zanîn ku dewleta tirk her dem bi gefên xwe deskeftiyên hemû gelên li Sûriyeyê dijî hedef girtiye û wiha got:"Tirkiye bi polîtîkayên xwe yên dijhiqûqî û dijmirovî her dem demokrasî hedef girtiye. Her dem piştigiriya çeteyên DAÎŞ'ê kiriye. Bi gefên xwe Erdogan dîsa dixwaze rih bide DAÎŞ'ê. Lê li dijî van polîtîkayên qirêj helwestek zelal û yekîtiya gelan girîng e."   'Dê hevgirtina gelan bersiva herî xurt be'   Cîhanê bal kişand ser taybetmendî û girîngiya hevgirtina gelan û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Kurd, Ereb, Suryan, Aşûr, Tirkmen û Kurdên Êzidî yên li Sûriyeyê dema ku bibin yek dê ev yek bibe bersiva herî xurt a li dijî zihniyeta dagirkeriyê.  Dê hevgirtina gelan bersiva herî xurt be. Divê gel li dora QSD'ê kom bibin û piştgiriya wê bikin û li hember dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê li ber xwe bidin û xwedî li xaka xwe derkeve. Bi gefên Erdogan, destkeftiyên hemû gelên li Sûriyeyê hedef tên girtin. Li dijî gefan divê hemû gelên li Sûriyeyê dijîn bibin yek. Divê em bi hev re hebûn û axa xwe biparêzin. Li dijî hemû polîtîkayên qirkirin, komkujî, dagirkerî û tunekirinê divê hemû cîhan li ser piya bin. Çimkî ev polîtakayan zirarê dide hemû gelên li cîhanê. Di şexsê gelê Kurd de zirarek mezin li hemû gelên li cîhanê tên kirin."