Êrîşa li hember Mexmurê berdewamiya salên 90’î ye 2018-12-20 09:16:15   COLEMÊRG - Geveriyan diyar kirin ku Kampa Mexmurê ji bo kesên di salên 90’î de ji gundên wan bi zorê hatine derxistin ji aliyê NY’ê ve hatiye avakirin û li dijî bêdengiya NY’ê ya li hember êrîşan bertek nîşan dan.   Di êrîşên Hêzê Çekdar ên Tirk (TSK) yên di şeva 13’ê Kanûnê de li hember Mexmur û Şengalê pêk hat de yek jê zarok 7 sivîlî jiyana xwe ji dest da. Li djiî êrîşan li navçeya Gever a Colemêrgê bertekên mezin hat nîşandan.   ‘Berdewamiya salên 90’î ye’   Hevseroka DBP’a Geverê Oznur Evîn bi lêv kir ku Tirkiye li dij peymanên navneteweyî û hiqûqê tev digere û wiha got: “Mirovên li Mexmurê de kesên ku di salên 90’î de ji ber zilma dewletê koç kirine. Ji aliyê NY’ê ve Wargeha Mexmurê hat avakirin û lê hatin bicihkirin. Lê niha êrîşek cidî mijara gotinê ye. Em vê helwesta navneteweyî qebûl nakin. Bi hezaran kes bi tehdîda komkujiyê re rû bi rû ne. Divê ji vê re bêjin ‘na’. Ev êrîş berdewamiya salên 90’î ne. Divê cîhan li dijî vê bêdeng nemîne.”   ‘Bi piştgiriya Barzanî tên kirin’   Gulçîn Karaburk jî êrîş şermezar kir û wiha pê de çû: “Ger Barzanî pişgirî neda dewleta Tirk wê wisa nerehetî çênebûna. Bila êdî Barzanî dest ji rijandina xwîna gelê xwe berde. Li Mexmur û Şengalê sivîl dijîn. Êrîşa dewleta Tirk jî sûc e. Dema mijar dibe Kurd hemû hêzên navneteweyî ker û lal dimînin.”   'Em çiqas dibêjin aştî ew êrîş dikin'   Ayşen Fendîk a ku xizmên wê li Mexmurê ne bertekên xwe wiha anî ziman: “Em çiqas dibêjin aştî ew êrîş dikin. Li dijî komkujiyan bêdengmayîn ne wijdanî û mirovahî ye. Di 90’î de gundên me vala kirin. Em bi zor ji gundan derxistin. Şewitandin, hilweşandin. Gundiyan koç kirin. Niha van êrîşan dîsa dubare dikin. Jiyana her kesî di bin xeterê de ye. Divê êrîş demildest bi dawî bin.”