'Li Colemêrgê tenê mizgeft tên çêkirin' 2018-12-20 09:05:46   Zeynep Durgut   COLEMÊRG - Li Tirkiyeyê bajarê ku di warê aborî de herî zêde pirsgirêkan dijî yek jê Colemêrg e. Ji aliyê dewletê ve li heremê ji xeynî mizgeftan tiştekî din nayê çêkirin. Di warê aborî de bajar her roj paşve diçe.    Li Colemêrgê ji berê de heta niha di warê pêşvebirina  aborîyê  de bi tu awayî qadên aborî nehatine avakirin. Li herêmê herî zêde gel bi ajalan û bazirganiya sînor re debara xwe dike. Lê piştî aloziya aborî  û îlankirina qedexeyan re xwedîkirina ajalan hate asta herî xirab. Her wiha piştî girtina deriyên sînor bazirganiya sînor jî hate sekinandin. Li herêmê bi tu awayî pîşesazî pêş neket û li bajêr hejmara bêkaran her roj zêde dibe. Ji ber pirsgirêkên aborî her sal bi hezaran kes ji bajêr koçber dibe. Sozên ku ji aliyê rayedarên dewletê ve hatine dayîn bi tu awayî neanîn cih. Herî dawî Wezîrê Karê Hundur Suleyman Soylu di dema ziyareta Colemêrgê de soza febrikeya ku 4 hezar û 500 hezar kes ew ê tê de bixebite dabû lê pêk nehat. Bajerê ku di warê aborî de pêş neketiye li gorî daneyan bi 477 mizgeftan di rêza 11’an de cih girt.   'Gel nerazîbûnê nîşanî helwesta hikumetê dide'   Li herêmê tenê mizgeft tên çêkirin. Di sala 2018 'an de li gorî  daneyên TÛİK’ê Colemêrg bi 477 mizgeftan cihê xwe di rêza 11’an de girt. Mizgeftên ku ji aliyê miftiya bajêrê Colemêrgê ve hatine çêkirin bi hezaran mîlyonan hatine qedandin.  Herî dawî ji bo mizgefta Yeni Ulu Camiyê ya ku di sala 2015’an de bingeha wê hat avêtin, bi milyonan pere hatiye xerçkirin. Mizgeft ji 3 hezar kesan pêk tê. Her wiha  Mizgeft ji 9 kuble 2 mînare û asansorekê pêk tê. Mizgefta ku hatiye avakirin, li gorî alimên ol li gireyan avakirina mizgeftan berdewamiya hişmendiya Osmanliyê ye. Mizgeftên li gorî pêdivîyan neyên avakirin, gel nêrazîbûnê nîşanî vê helwesta hikûmetê dide.    ‘Dewlet bila dev ji xapandinê berde’   Welatiyê ku nexwest navê xwe bide diyar kir ku hikûmet ji bo ku aboriya bajêr pêşve bibe tu gavên girîng neavêtîiye û got ku ramedana dewletê tenê mizgeftin û wiha got:” Mizgeftên ku li gireyan tên avakirin berdewamiya hişmendiya hikûmetê ye. Erdnîgariya Colemêrgê pir dewlemend e. Lê mixabin hikûmet di warê aborî de dixwaze xîzan bike. Tu kes li dijî çêkirina mizgeftan nîne. Lê mizgeft li gorî pêdivîyên gel tên çêkirin. Pêdiviya gel nîne ku evqas mizgeft tên çêkirin. Di kîjan olî de ev helwest tê qebûlkirin? Ew mizgeftên ku ji xeynî pêdiviya ol tên çêkirin em wekî gel dê şikê jê bibînin. Dewlet çima xebatên ku bajêr pêşve bibe pêk nîne? Di mizgeftekê de hebûna asansorê tê çi wateyê gelo? Li vir ji çêkirina mizgeftan zêdetir pêdiviya me bi kar heye. Mizgeft ji xwe pir hatine çêkirin. Li vir gel ji ber pirsgirêkên aborî koç  dikin. Dewlet bila dev ji xapandinê berde, gelê xwe têr bike.”