Jinên Efrînê: Heta tecrîd bi dawî bibe em ê li ser piya bin 2018-12-20 09:04:37   Lîlav Elî    ŞEHBA - Jinên Herêma Efrînê yên ku li Kantona Şehbayê bi cih bûne gotin:"Dewleta tirk a dagirker bi hemû hêza xwe hewl dide ku têkiliya di navbera jinê û felsefeya Rêber Apo de qut bike. Lê ev hewldan wê vala derkeve. Ji ber ku ji bo azadiya Rêber Apo bi milyonan jin li ser piyan e."   Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribû. Li gelek cihan ji bo piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven çalakî tên lidarxstin. Jinên Efrînê yên ku li Kantona Şehbayê bi cih bûne jî piştigiriyê didin çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven û dibêjin:"Leyla Guven ji ber ji bo aştiyê û azadiyê têdikoşe ji aliyê dewleta tirk ve dîl tê girtin. Jinên têkoşer ên wekî Leyla Guven cihên wan derve ne zindan e."   'Heta Rêber Apo azad nebe em dev ji çalakiya xew bernadin'   Jina bi navê Fîdan Dawid wiha got:"Leyla Guven jinek jêhatî ye. Ew ji bo gelê bindest her dem azadiyê dixwaze. Lê dewleta tirk a faşîst her dem li dijî demokrasiyê tev digere. Loma gelek jinên wekî Leyla îro di nava çar dîwaran de ne. Leylayê fikir û felsefeya Rêber Apo diparêze û ji bo wî ketiya greva birçîbûnê. Em ê heta dawiyê piştgiriyê bidin çalakiya Leylayê. Heta Rêber Apo azad nebe em dev ji çalakiya xew bernadin."   'Ev çalakiya Leylayê ji bo me xwedî wateyek mezin e'   Her wiha jina bi navê Semîra Muhemmed Hemze jî wiha got:" Rast e ku îro Rêber Abdullah Ocalan di zîndana Îmraliyê de ye lê bi hezaran jin ji bo azadiya Rêber Apo li ser piya ne. Mînaka niha jî Leyla Guven e. Ev çalakiya Leylayê ji bo me xwedî wateyek mezin e. Em ê her ji bo vê dozê li ser piya bin."   'Heta tecrîd bi dawî bibe em ê li ser piya bin'   Her wiha jina bi navê Emîra Muhemed jî wiha got:"Dewleta tirk a dagirker bi hemû hêza xwe hewl dide ku têkiliya di navbera jinê û felsefeya Rêber Apo de qut bike. Lê ev hewldan wê vala derkeve. Ji ber ku ji bo azadiya Rêber Apo bi milyonan jin li ser piyan e. Leyla Guven ji ber ji bo aştiyê û azadiyê têdikoşe ji aliyê dewleta tirk ve dîl tê girtin. Jinên têkoşer ên wekî Leyla Guven cihên wan derve ne zindan e. 'Heta tecrîd bi dawî bibe em ê li ser piya bin."