Bi sedan Ereb daketin qadan û ji gefên Erdogan re gotin na 2018-12-19 14:27:23   QAMIŞLO - Bi dirûşma "Bijî yekîtiya gelê Sûriyeyê, Erdogan li derve bimîne" bi sedan şêniyên Ereb ên bajarokê Tilkoçerê daketin qadan û gefên Erdogan ên li ser Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê  şermezar kirin.   Li bajarokê Tilkoçerê yê girêdayî navçeya Girkêlegê ji bo gefên Erdogan ên li ser herêmên Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê bi sedan gelê bajarokê  Tilkoçerê daketin qadan û bi yek dengî dewleta Erdogan şermezar kirin. Di meşê de dirûşmeyên  wekî "Na ji bo dagirkeriya osmanî ya nû, bijî yekîtiya gelê Sûriyeyê " hatin hilgirtin. Meş ji navenda bajêr dest pê kir û li destpêka bajêr veguherî mêtîngê .   Piştî deqeyek rêzgirtin Hevserokê Meclisa bajarokê Tilkoçerê Newaf Alxedhan axivî û got ku hemû gelên li Sûriyeyê li dijî zihniyeta dagirker e.    Her wiha Hevseroka Meclisa bajar Zilfa Bedor jî wiha got:" Va ye îro bi hezara gelê azadîxwaz li ser felsefeya netewa demokratîk daketiye qadan  ji bo hebûna xwe.  Îro helwesta vî gelî dê pilanên Erdogan têk bibe. Em tu carî dagirkeriyê qebûl nakin. Êrîşên Erdogan li ser  tevahî netewa ne ji bo wê jî divê em bibin hêzek hevpar û li dijî gefan li berxwe bidin."   Meş bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî yekîtiya gelan" hat bidawîkirin .