Tê payin ku 35 kes sewqî edliyeyê bên kirin 2018-12-19 13:19:37   AMED - Li bendêye 35 kesên di serdegirtina avahiya HDP’ê ya Amedê de hatin binçavkirin û hefteyeke dibin çavan de çalakiya xwe ya greva birçîbûnê berdewan dikin, sewqî edliyê bên kirin.    Li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê da destpêkirin di roja 42'yan de berdewam dike. 35 kesên bi armanca xwedî derketina çalakiya Gevun di 12’ê Kanûnê de ji bo sê rojan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin, di serdegirtina avahiya HDP’ê ya Amedê de hatibûn binçavkirin. Dadgeha Cezayê Sulh a Nobedar li ser daxwaz dozger, ji bo 35 kesên li Midûriyeta polîsan 3 rojan hatin girtin, 4 rojên din ên çapkirinê dirêj kir. Ji bo 35 kesên heftiyeke dibin çavane, li bendêye îro sewqî edliyê bên kirin.    Navê 35 kesên li Midûriyeta Polîsan a Amedê di bin çavan de wiha ne: “Sertip Yetiş, Murat Kiliç, Hasan Oyan, Mehdiye Kartal, Savaş Babur, Tevfik Kaçar, Mehmet Yaman, Sakine Karadeniz, Latif Eminoglu, Nazım Ocal, Mehmet Şirin Karakaş, M. Şirin Daşlik, Giyasettin Duman, Mensur Ekdemir, Ahmet Balci, Kenan Kaydul, Veli Mutlu, Fatih Kagan Arslan, Fesih Balbey, Kemal Baran, Salih Peksoy, Medeni Hazar, Mehmet Ateş, Hayri Etyemez, Mehmet Ali Altunkaynak, Husnu Aslan, Fahri Kaplama, Sabahattin Kurt, Faruk Altun, Mehmet Taş, Şahin Kabaiş, Alişan Binen, Mehmet Abidin Kahraman, Ali Yilmaz û Nurettin Bakan.”