Li Mexmûrê greva birçîbûnê koma duyemîn dewir girt 2018-12-19 09:59:07   MEXMÛR - Koma duyemîn a greva birçîbûnê ya Wargeha Mexmûrê (Şehîd Rûstem Cûdî) çalakî dewir girt.   Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribû. Piştgiriya ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven belav dibe. Greva birçîbûnê ya Wargeha Mexmûrê (Şehîd Rûstem Cûdî) di roja çaran de koma duyemîn dewir girt. Beriya ku kom bê guhertin her du koman bi welatiyên wargehê re sînevizyona Şehîd Rizgar Adanmiş temaşe kirin û paşê greva birçîbûnê hat dewirkirin. Koma duyemîn a ku ji 8 jin û 10 mêran bi giştî 18 kesan pêk tê piştî temaşekirina sînevizyonê bi diruşman hat dewirkirin.     Berî dewirgirtina koma duyemîn li ser navê koman axaftin hatin kirin. Di axaftinan de peyama berdewamiya çalakiyan û têkoşînê hat dayin. Pankartên 'Em hêzên komploger şermezar dikin', 'Her şehîdek felsefeyek jiyanê ye' û 'Sonda me ye em ê pergala Îmraliyê bişkênin û bi Rêber Apo re azad bijîn'  û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Fermandarên PKK'ê Murat Karayilan, Duran Kalkan, Cemil Bayik û her wiha posterê Zîlanê û alên KCK û PKK'ê li cihê greva birçîbûnê hat aliqandin.    Bi diruşmên weke 'Bijî Serok Apo', 'Bê Serok jiyan nabe', çalakî dewir hat girtin.