Evîn Siwêd: Sala 2018'an sala berxwedanê bû 2018-12-19 09:40:55   Civîn Husên   QAMIŞLO - Berdevka Rêxistina Kongreya Star a Rojava Evîn Siwêd xebatên Kongreya Star û Komîteyên wê yên di sala 2018'an de nirxand. Evînê diyar kir ku Kongreya Star pêvajoyek nû di berxwedana Efrînê de da meşandin û rêxistinbûyîna xwe di tevahî komîteyan de xurtir kir.   Derbarê xebatên Rêxistina Kongreya Star ên di sala 2018'an ya li  Rojavayê Kurdistanê de Berdevka Kongreya Star Evîn Siwêd nirxandin kir. Evînê got:"Kongreya Star pêşengtiya berxwedan û rêxistinbûyîn gelê Efrînê kir."   Evîn sala 2018'an bi sala Têkoşînê pênase kir û got:"Salek têr û tije bû, bi kar û xebat derbas bû. Ji destpêka salê êrîşên ku li ser herêma Efîrnê pêk hat, li beramberî wê berxwedana gel a 58 rojan ku Kongreya Star pêşengtiya berxwedanê kir, mijarek girîng bû. Rêveberiyên Kongreya Star di aliyê rêxistinbûna gel û pêşengtiyê de roleke sereke lîstin. Her wiha gelê ku ji bakurê Sûriyeyê herikîn Efrînê di rojên berxwedanê de ku bi hezaran jin hebûn bi pêşengtiya Kongreya Star bû. Roja 8'ê Adarê jî em li Efrînê bûn, têkoşîna xwe bi gel re me kir yek."    Evînê da zanîn ku xebatê Kongreya Star li Şehbayê dewam kir û wiha got:" Rêxistinbûyîn û girêdana bi hev re di demên zehmet de derdikeve, di nav şert û mercên zehmet û di demek kin de Kongreya Star gelê li Şehbayê, bi taybet jî jin kom kirin û bi rêxistin kirin. Her wiha Konferansê xwe bi tevlîbûna jinên Efrîn, Şehba, Şêx Meqsûdê li dar xistin. Serkeftinek bû ku Kongereya Star di demek ewqeys zehmet de carek din hemû jin kom kir û berxwedana xwe heta roja îro dewam kir."   Kongreya Star di kongreyên xwe yên 7'emîn de gavek nû da destpêkirin   Berdevka Kongreya Star a Rojava Evîn Siwêd di dirêjiya axaftina xwe de wiha got:" Tê zanîn ku di sala 2018'an de konferansê her sê herêman çê bû, beriya wê bi sedan civîn li tevahî navçe û bajarokan hatin çêkirin, di bajarokan de 7 kes, ji navçeyan 13 kes, ji kantonan 15 kes û li  Rojavayê Kurdistanê 15 kes ji bo rêveberiya Kongreya Star hatin hilbjartin. Her wiha Kongreyê xwe yên Heftemîn  li ser esasê nîqaşên rewşa jinê, ji komîn û heta asta bakurê Sûriyeyê nirxand ku di sala 2019'an de rolekî çalaktir bilîzin."   Evînê balkişand li ser Komîteyên Kongreya Star û got:" Komîteyên Kongreya Star ji kongreyên şeşemîn heta yên heftemîn xwe baş bi rêxistin kirin. Yek ji komîteyên me ku konferansê xwe li dar xistin Edaleta Jinê bû. Xebatên wan ku bi rengekî çalak dihat meşandin û perwerdeyên hevbeş di nav de dihatin dayin xwedî derketina wan li jinan ku bi yek rihî hîs dikirin."   Di sala 2018'an de 7497 jin hatin perwerdekirin   Evînê got:" Perwerde yek ji xebatên me yê giring e, divê salê de bi sedan jin hatin perwerdekirin, li Akademiyan hem perwerdeyên girtî û vekirî ji bo rewşa jinan tên dayin. Li ser vî esasî di vê salê de 7497 jin hatin perwedekirin li  bakurê Sûriyeyê. Her wiha yek ji komîteyê me yê ku guhertin di civakê de geşkirina aboriya jin e, ku hijmarek mezin ji jinan cihê xwe di nav kooperatîfên xweser de girtin. 61 hezar donim erd çandinî di destên jinan de ye.  Kooperatîfên heyî li gorî pêdiviya gel hatin çêkirin."   'Kongreya Star her dem di nava hewldanê de ye'   Evînê di berdewamiya nirxandinên xwe de got:" Yek ji xebatên girîng ê îsal jê diplomasî bû. Me hemleya 'Jin ji bo Efrînê rabin ser piyan' me dabû destpêkirin. Bi vê hemleyê li seranserê cîhanê gelek jinî berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê.  Wek rêxistina jinê em her dixwazin ji nêz ve têkoşîna heyî were şopandin. Her wiha Kongreya Star li ser navê Şoreşa Jinê ya Rojavayê Kurdistanê tevlî kongreyên cîhanê dibe, mîna Konferansa Jinên Cîhanê ya li Almanyayê.Kongreya Star her dem di nava hewldanê de ye."   'Me jinên Ereb jî bi rêxistin kir'   Evînê diyar kir ku li herêmên nû hatine rizgarkirin xebatek wan xurt heye û wiha domand:"Li herêmên Tebqa, Reqa, Minbic û Dêrezorê Meclisên jinê ku tên avakirin Kongreya Star di avakirina wan de wek pêşeng rol dilîze. Li akademiyên me ji bo wan jinan vekirîbûn, dewreyên me yî taybet ji bo jinên Ereb çê bûn. Me jinên Ereb jî bi rêxistin kir."   'Destkeftiyên me malê tevahî jinên Sûriyeyê ne'   Evînê di dawiyê de ev got:" Komîteyên me kar û xebatek xurt dane meşandin di sala 2018'an de, di aliyê parstin, Şaredariyên Gel, civakî û hemû aliyên jiyanê li Rojavayê Kurdistanê rêxistinbûyîna xwe ava kirin û jinên Rojava pêşengtî ji tevahî jinên bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re kirin. Kar û xebatên Kongreya Star piştî kongreya heftemîn, zêdetir dibe û beşdarbûna jinan jî zêde dibin. Çiqas beşdarbûna jinan zêde dibe ewqas hêza me jî zêde dibe. Destkeftiyên me malê tevahî jinên Sûriyeyê ne. Sala 2018'an sala berxwedanê bû û dê ev berxwedan di sala 2019'an de jî bidome."