‘TOKÎ’yên modern bi baranê re veguherî golê’ 2018-12-19 09:03:44     ŞIRNEX - Gelê Sîlopiyayê ku piştî qedexeyê malên wan hatin hilweşandin û piştre li TOKÎ’yan hatin bicihkirin ev du sale mexduriyetê dijîn. Welatiyan diyar kirin ku bi barana dawî re TOKÎ veguherîye golê û wêne kişandin û mexduriyeta xwe anîn ziman.   Li Sîlopiyayê ya Şirnexê di 14’ê Kanûna 2015’an de qedexeya derketina derve hat îlankirin û mehek û nîvê berdewam kir. Di vê pêvajoyê de xanî hatin wêrankirin û piştî qedexeyê navçe serobino kirin. TOKÎ hatin çêkirin û malbat lê hatin bicihkirin. Malbatên ku deyndarê xaniyên TOKÎ ne, ji nesaxlembûna xaniyan jî bi gazinc in.Malbatan diyar kirin ku yek tiştekî saxlem tune ye. Malbatan wêneyên malên wan ên veguherîye gola avê ji ajansa me re şandin û gotin divê demildest mexduriyeta wan bê çareserkirin.   ‘Em hatin xapandin, ev jî têr nekir em kirin xwedî deyn’   Welatiyan destnîşan kirin ku ji mutbexê bigirin heta destavê her derê mala wan dilopan dikin. Welatiya bi navê T. wiha got: “Beramberê xaniyê me daîreyek dan me. Em hatin xapandin. Vê jî têr nekir em kirin xwedî deyn.Ji bo her metrekareya avahiyê 836 TL hat xwestin. Li hember vê ne tapo ne jî belgeyek fermî hat dayîn. Dema xaniyên me hilweşandin gotin wê daîreyê bidin. Lê niha xanî li ku ye em li ku ne. Me 3-4 doran ji bo vê îmze avêt. Sê meha carê ji me îmze xwestin. Xaniyê mey ê berê pirx weş bû.”   ‘Bila qada aydê me bidin me’   T. di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku her kes li dijî van pêkanînan bê deng in û wiha dawî lê anî: “Xaniyê me hilweşandin. Em mexdur kirin û xapandin. Me xaniyên xwe xwestin wan em bi kirê li tokî bi cih kirin. Em li bende xaniyê xwe bûn wan em deyndar kirin. Em dixwazin demildest ew ji axa me derkevin û xaniyên aydê me bidin me.”