Zewaca bi zarokatî û îstismar dema ku çû nexweşxaneyê derket holê 2018-12-18 12:50:29   EDENE - Hat hînbûn zaroka keç a ku ji bo nexweşiyê hatiye nexweşxaneyê, bi Fedî Hacuyuf re hatiye zewicandin û  di encama istismarê de ducanî hatiye hiştin.    Li Navçeya Seyhana Edeneyê, hat hînbûn zaroka keç a ku ji bo nexweşiyê hatiye nexweşxaneyê, bi Fedî Hacuyuf re hatiye zewicandin û  di encama istismarê de ducanî hatiye hiştin.    Bijîşk dema ku zaroka 14 salî muayene dike fam dike ku ducanî ye û li polîs digere. Polîsên ku hatin nexweşxaneyê zarok û mêrê ku bi wê re hatiye zewicandin birin emniyetê. Fedi Hacyusuf diyar kir ku "Ew li Sûriyeyê zewicîne û li piştî 12 salî zewac serbest e û wî nizanibûye ku li Tirkiyeyê ev zagon cuda ye".   Zarokê jî diyar kir ku dayik û bavê wê ew zewicandine. Derbarê Fedi Hacyusuf û malbata wî de lêpirsîna edlî da destpêkirin.