Gultan Kişanak dest bi greva birçîbûnê kir 2018-12-18 11:42:05   STENBOL - Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku qayyum tayinî dewsa wê hat kirin, Gultan Kişanak dest bi greva ku dê 10 rojî bidome kir. Gultanê got:"Ji bo aştî were divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe. Em nikarin bêdeng bimînin ku şer, mirin û zilm dengê aştiyê qut bikin."   Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribû. Ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven  Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku di 2016'an de qayyum tayinî dewsa wê hat kirin û hat girtin, Gultan Kişanak dest bi greva ku dê 10 rojî bidome kir.    Gultanê derbarê çalakiya grevê de wiha got:   "Ji bo tecrîda li ser Birêz Ocalan biqede ez ê jî îro dest bi greva birçîbûnê ya dorveger bikim. Ez piştgiriyê didim çalakiya Leyla Guven û ez dibêjim ku heta tecrîd bi dawî bibe divê hemû kes vê yekê wekî peywirek girîng bidin ser milên xwe. Ev tecrîda giran îhlala hiqûqî ye. Di demên borî de hemû kesî dît rola Birêz Ocalan a ji bo aştiyê û azadiyê çiqas girîng e. Loma bidawîkirina tecrîdê dê rê li aştiyê veke. Ji bo aştî were divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe. Em nikarin bêdeng bimînin ku şer, mirin û zilm dengê aştiyê qut bikin."