Greva birçîbûnê ya Leyla Guven ket roja 41'an: 7 kîlo da 2018-12-18 11:23:58     AMED - Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribû. Greva birçîbûnê ya Leyla Guven ket roja xwe ya 41'an. Hat hînbûn ku ji roja ku Leyla ketiye greva birçîbûnê heta niha 7 kîlo daye.    Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribû. Greva birçîbûnê ya Leyla Guven ket roja xwe ya 41'an. Ji aliyê parêzerên Leylayê hat diyarkirin ku kontrolên tenduristiyê yên rojane yên Leylayê her roj tê kirin û Leylayê 7 kîlo daye.    Tevî Leylayê sê jinên girtî jî 3 roj in ku ketina greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger. Dê derbarê gireva birçîbûnê ya Leyla Guven de parêzerên wê ew ê îro daxuyaniyekê bidin.     Li girtîgehan greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger di roja xwe ye 3'emîn de ye   Ji 27'ê Mijdarê heta niha girtiyên siyasiyên ku ketibûn gireva dorveger a 10 rojan dest bi greva bêdem û dorveger kirin. 30 girtiyên di girtîgehên Tipa E ya Amedê, li Gebze, Kandira, Wan û Patnosê de ne ev 3 roj in ku dest bi greva bêdem û dorveger kirine. Ji aliyekî din ve jî grevên dorveger ên 10 rojan ên li girtîgehan didomin.    Li ber Konseya Ewropayê greva birçîbûnê dest pê kir   Li bajarê Strasbourga Firansayê jî do li ber Konseya Ewropayê 18 kesî dest bi greva bêdem û dorveger kirin. Di nav çalakgerên greva birçîbûnê de Siyasetmedarê Kurd Mustafa Sarikaya, Parlamentera HDP'ê ya Rihayê ya berê Dilek Ocalan, Rojnameger Gulistan Çiya Îke û Hevseroka KCDK-E'yê Yuksel Koç jî cihê xwe digire.    Li Amedê ji bo piştgiriya Leylayê di 12'ê Kanûnê de greva birçîbûnê ya 3 rojî dest pê kir û polîsan girtin ser avahiya HDP'ê ya Amedê û 35 HDP'yî hatibûn binçavkirin. Her wiha Rêveberên HDP'ê yên bajêr Ramazan Kaval û Mustafa Akengin jî ji aliyê emniyeta ku gazî wan kiribûn hatibûn binçavkirin. 37 kesên ku hatine binçavkirin dema binçavkirina wan 4 rojî hat dirêjkirin.    Li Rihayê 5 kes hatin girtin   Di 6'ê mehê de polîsan girtin ser avahiya HDP'ê ya Rihayê û 47 kes binçav kirin. 33 kes bi şerdê kontrola edlî hatin berdan û 5 kes jî hatibûn girtin.    Daxwaza Leylayê çi ye?   Leylayê dixwaze ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe. Her wiha Leylayê dibêje:"Pêdiviyek mezin ji Abdullah Ocalan heye. Peyama ku ew ê bide gelek girîng e. Divê bikaribe bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Daxwaza me ew e ku tecrîda girankirî bi dawî bibe."