Li Kobanê çalakiya mertalên zindî 2018-12-17 15:50:08   KOBANÊ - Şêniyên Herêma Firatê li dijî gefên dewleta Tirk ên li ser bakur û rojhelatê Sûriyê di bin dirûşmeya 'Gefên we hevgirtina pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûriyê lewaz nake' çalakiya mertalên zindî dan destpêkirin.    Gelê Kantona Kobanê, navçe û bajarokên wê, hemû sazî û dezgehên rêveberiya xweseriya Demokratîk li gundê Qeremox yê rojhilatê Kobanê, çalakiya mertalên zindî dan destpêkirin.    Çalakiyê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, paşê jî Ehmed Şêxo li ser navê komîteya çalakiyê, Ismayîl Kerez jî li ser navê Sirînê axivîn, di axafinên xwe de teqez kirin ku ew ê têkoşîna xwe li dijî faşîzmê bidomînin û doza wan berxwedan e.   Piştre jî gel dirûşmên 'Berxwedan jiyan e', 'Qatîl Erdogan' û 'Bijî wekheviya gelan' berz kirin.   Dê çalakî bê navber bidome.