Gelê Şehbayê li dijî gefên Erdogan daketin qadan 2018-12-17 15:24:29   ŞEHBA - Bi armanca şermezarkirina êrîş û gefên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Kantona Şehbayê bi sedan welatiyên li Herêma Efrînê û Kantona Şehbayê daketin qadan.   Bi dirûşma 'Bimre dagirkeriya Osmaniyan û bijî vîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê' bi sedan welatiyên Efrîn û Şehbayê daketin qadan û gotin:"Em ê li dijî hemû gefên dagirkeran berxwedana xwe bidomînin."   Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, bi dehan cangoriyan azadiyê û wêneyên komkûjiyên ku di encama êrîşên dewleta Tirk de li Efrînê pêk hat, her wiha pankartên bi nivîsên weke " Na ji bêdengiya dewletên Navnetewî re, na ji dagirkeriya dewleta Tirk li ser axa Sûriyeyê re" hatin hilgirtin.   Meş ji destpêka gundê Babinêsê ya girêdayî Navçeya Fafînê dest pê kir û bi dirûşmên weke " Bijî berxwedana Efrînê, Bê Serok Jiyan nabe, bimire dagirkeriya dewleta Tirk" heta hola gundê Babibnês bi dawî bû.   Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo cangoriyên azadiyê, ji aliyê Hevseroka Federaliya Bakurê Sûriyê Hediye Yûsif, li ser navê gelê şehbayê Îsmaîl Mûse, li ser navê gelê Efrînê Şeziye Ibrahîm axaftin hat kirin.   Di axaftinê de wiha hat gotin:" Îro dewleta Tirk a dagirker bi gefên xwe li ser bakur û rojhilata Sûriyê carke din dixwaze dagirekriyê bike, her wiha gefên ku li ser Sûriyê tê kirin ne tenê li ser gelê kurd e, ji ber ku di bakûr û Rojhilata Sûriyê de hemû pêkhate dijîn. Erdogan li dijî pirojeya civaka Netewa  Demokratîk disekine,  Ji ber ku Hemleya bagara cizîrê ber bi dawî ve diçe û teror jî bi dawî dibe Erdogan bi êrîşên xwe temenê xwe û çeteyan dixwaze dirêj bike. Gelê ku îro li hember hemû  êrîş û gefan li ber xwe didin bi yek dingî dibêjin em ê tu carî serî ji dagirkeriyê re netewînin û em ê rê nedin Erdogan ku derbas Sûriyeyê bibe."   Meş bi dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî berxwedana Efrînê", "Bimre dagirkerî" bi dawî bû.