Parçeyên zinarên ji çiyan ketine rê li ber qezayan vedike 2018-12-17 09:09:28   COLEMÊRG - Di mehên zivistanê de li qadên çiyayî ji ber baranê parçeyên zinarên ketine rê li ber qeza û mirinan ve dike. Têlên ku ji bo çareseriyê tê bikaranîn jî ber qezayan nagire.   Li nêzî Depîn a 7 kîlometre ji bajarê Colemêrgê dûr e, li ser riya Wan-Colemêrgê parçeyên zinarên ji çiyan de ketine ser rê li ber xetereyên mezin vedikin. Ajokar diyar dikin ku bi salane ji bo tedbîrê tiştek nekirine û gotin rayedar li dijî qezayan temaşevan dimînin.   Ji aliyê Midûriyeta 11’emîn Herêma Riyên Bejayî ve îhaleya xebata pêçana têlan a li qada çiyayî di 2014’an de hat çêkirin. Sê mehan xebat berdewam kiribû û vê xebatê rê li ber ketina zinaran û qezayan negirtibû. Pergala têlan a hatiye montekirin jî niha ajokaran dide zorê. Pergala têlê ya saxlem nehatiye çêkirin pêşî li qezayan nagire û ji ber berfê parçeyên zinaran dikevin.