Kevneşopiya berxwedanekê: Ji dema Roma heta îro grevên birçîbûnê 2018-12-17 09:07:06   NAVENDA NÛÇEYAN - Siyasetmedara Kurd Leyla Guven ev ji mehekê zêde ye di greva birçîbûnê de ye. Di pêvajoyên ku hemû riyên siyaseta demokratîk tên girtin de grevên birçîbûnê pêk tên û heta niha li gelek welatên cîhanê jî pêk hatine.   Siyasetmedara Kurd Leyla Guven ku meheke di greva birçîbûnê de ye carek din çalakiyên grevên birçîbûnê yên li hember rejîmên Dîktatoryal anî rojevê.   Greva birçînûnê çi ye?   Li dijî neheqiyê, di lêgerîna maf de, çalakiyeke protestoyî ya kes serî lê dide ye. Bi taybet jî ji aliyê girtiyan ve ji bo daxwazên wan nayên qebûlkirin pêk tê. Di grevê de ji bilî av, xwê, şekir tiştek nayê xwarin û vexwarin.    Heta dema Romayê diçe   Mînakên herî kevn ên greva birçîbûnê xwe dispêre dema Romayê. Li gorî hinek çavkaniyan di dema Roma de wek berteka li hember Xiristiyanan hevalê împaratorê Roma Tîberîus û doktor Nerva dest bi grevê dike. Tevî hemû hewldanên Tîberîus Nerva mirinê tercih dike. Ji ber Nerva dizanibû wê mirina wî hevalên wî bihejîne.   Grevên birçîbûnê wek polîtîk mînaka wê ya ewil di Çarlik Rûsyayê de tê dîtin. Di vê demê de girtiyên siyasî li dijî zextan dest bi grevê dikin. Bi zor xwedîkirin jî di 1889’an de li girtîgeha Kara ya jinan li ser girtiyên jin pêk hat.   Li Rûsyayê grevên birçîbûnê   Di 1921’ê de meha Tîrmehê de li girtîgeha Taganka 13 girtî ji bo azad bibin dest bi grevê kirin. Piştre di meha îlonê de ji aliyê Çeka ve hatin kuştin.   Li herêmên Sibîrya û Rûsya Sovyet ji 1966’an heta 1986’an Mustafa Cemîlev yê ji Kirima Tatar di girtîgehê de ma û wek kesê ku herî demdirêj ketiye greva birçîbûnê tê zanîn.   Grevên Sufrajetan   Di serê sala sedsala 20’an de jinên li Îngilîstanê mafê dengan xwestin li girtîgehê dest bi grevê kirin. Greva ku sufrajetan li girtîgehan dest pê kir ya yekem di 1909’an ji aliyê Marîon Dunlop ve hat destpêkirin. Di encama bertekan de Marîon hat berdan.Piştre sufrajetên din dest pê kirin. Lê bi rêza bi zor xwedîkirinê, gelek sufrajetî jiyana xwe ji dest dan. Sufrajetên Amerîkayê jî wek rêhevalên xwe yên Îngîlîz grev pêk anîn.   Li Îrlandayê grevên birçîbûnê   Endamên Artêşa Komara Îrlandayê ya di 1970’ê de hat avakirin, ji bo şertên girtîgehê protesto bikin dest bi grevê kirin. Bobby Sands jî tê de 10 kesî jiyana xwe ji dest dan.    Gandhî   Mohandas Karamçand Gandhi, ji bo serxwebûna Hîndîstanê ya di bin mêtîngeriya Îngîlîzan de bû ket greva birçîbûnê. Vê çalakiya wî bandorek mezin afirand. Ev berxwedan veguherî tevgera gel.   Berxwedana RAF   Di 1960’an de ‘Rote Armee Fraktîon/Fraksyona Artêşa Sor’ (RAF) hat avakirin û li dijî pergala zextxwir a Elmanyayê berxwe da. Gelek çalakî pêk anî û endamên wê hatin girtin. Endamên RAF'ê li girtîgehê li dijî şertên tecrîdê ketin nava berxwedanê û di navbera 1972 û 1975’an de 3 caran ketin grevê. Greva sêyemîn a herî dirêj bû. 145 rojî berdewam kir û kesê bi navê Holger Meîns jiyana xwe ji dest da.   Di dema darbeya 12’ê îlonê de grevên birçîbûnê   Li Girtîgeha Leşkerî ya Amedê piştî 12’ê îlonê şûnde îşkence derketin pêş. Di navbera salên 1981 û 1984’an de 34 kesî jiyana xwe ji dest dan. Alî Erek di 20’ê Nîsana 1981’ê de di encama ku bi zorê tişt danê jiyana xwe ji dest da û Kemal Pîr, Hayrî Durmuş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek di 17’ê îlona 1982’an de jiyana xwe ji dest dan. Dîsa di heman girtîgehê de di serê sala 1984’an de di greva ku 54 rojan berdewam kir de Orhan Keskîn û Cemal Arat jiyana xwe ji dest dan.   Grevên birçîbûnê yên li Stenbolê   Li girtîgehên Stenbolê jî ji ber ferzkirina dîsîplîna leşkerî û cilên yekreng gelek grevên birçîbûnê pêk hatin. Di Kanûna 1980’ê de li Alemdag greva birçîbûnê ya 8 rojan pêk hat. Di gulana 1982’an de li Metrîsê greva birçîbûnê ya 28 rojan pêk hat. Li Sagmacilar di 1993’an de greva birçîbûnê ya 27 rojan pêk hat. Di 13’ê Nîsana 1984’an de li girtîgehên Metrîs û Sagmacilar greva ku 75 rojan berdewam kir hat destpêkirin. Di encama vê de 4 kesî jiyan xwe ji dest dan.   Di salên 1990’î de di navbera 27’ê Gulan û 6’ê Hezîrana 1992’an de 29 girtî li girtîgeha Ulucanê ketin grevê. Di 26’ê îlona 1999’an de li girtîgeha Enqereyê bi operasyonê 10 girtî hatin qetilkirin.   Li girtîgehên din grev   Ji 800 kesên ji Doza Riya Şoreşger a Artvînê dihatin darizandin 350 kesî dest bi grevê kirin. Di 1’ê Tebaxa 1988’an de li girtîgeha Tîpa Taybet a Eskîşehîrê girtiyan dest bi grevê kirin. Li girtîgeha Aydinê girtiyên bi navê Mehmet Yalçinkaya û Huseyîn Husnu Eroglu di 2’ê Tebaxa 1989’an de jiyana xwe ji dest dan.   Li gelek girtîgehan grevên birçîbûnê dest pê kirin   Di 1996’an de ji nû ve vekirina Girtîgeha Tîpa Taybet a Eskîşehîrê hat gotin ku wê girtiyên li DGM’a Stenbolê tên darizandin wê bibin wir. Bi van giştînameyan re li gelek girtîgehan grevên birçîbûnê hatin destpêkirin.   Di 29’ê Gulanê de li girtîgeha Tîpa E ya Amedê li dijî girtiyan operasyon hatin kirin. Di êrîşan de 19 girtî şandin girtîgeha Tîpa Taybet a Dîlokê. Li wir Fesîh Erkaplan û Mehmet Durcun êrîş protesto kirin û xwe şewitandin. Li girtîgeha Dîlokê 19 girtiyî greva xwe berdewam kirin û bi banga HADEP, baroya Amed û rêxistinên girseyî di 28’ê Hezîranê de girev bi dawî kirin.   Veguhertin rojiya mirinê   Li Amedê greva birçîbûnê di 8’ê Tîrmehê de bi lihevkirinekê bi encam bû. Wezîrê dadê yê demî Şevket Kazan di 9’ê Tîrmehê de daxuyanî da û ew girtîgeha Tîpa Taybet ya Eskîşehîrê nagirin. Li ser vê grev guherîn ‘rojiya mirinê’. Di navîna meha Tîrmehê de koma duyem dest bi çalakiyê kir û hejmara girtiyan derket 217’an. Çalakî di roja 69’emîn de bi dawî bû.   Di encama hevdîtinan de girtiyên Eskîşehîrê birin girtîgehên Umraniya û Gebzeyê. 175 girtiyên di grevê de birin 15 nexweşxaneyan.    Grevê 2000’î   865 girtiyên HDKP/C, TKÎP û TKP(ML) piştî ku hat gotin wê li girtîgehên Tîpa F girtiyên siyasî bên bicihkirin di 20’ê cotmeha 2000’î de dest bi greva birçîbûnê kirin. Di 13’ê Kanûna 2000’î de bi girtiyan re hevdîtin hat kirin û di 14’ê Kanûnê de bi dawî bû. Lê piştî vê bersiva erênî nedan daxwazên girtiyan. Hikûmetê di 19’ê Kanûna 2000’î de li hember girtiyan operasyon da destpêkirin. 2 leşker û 30 girtî birîndar bûn. Grev di 22’ê Kanûnê de bi dawî bû.   Di 3’ê Çileyê 2001’an de wezîrê dadê diyar kir ku li 41 girtîgehê hezar û 118 girtî ketine grevê û 395 kes ketine greva rojiya mirinê.   Grevên ji bo Abdullah Ocalan pêk hatin   Ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî gelek çalakî û grevên birçîbûnê pêk hatin. Ya herî mezin di 12’ê îlona 2012’an de bi armanca şert û mercên Abdullah Ocalan bên başkirin ji aliyê girtiyên PKK û PAJK’ê ve pêk hat. Greva ewil bi 68 girtî dest pê kir û di 5’ê Mijdarê de gihaşt 10 hezarî. Li derve jî bi armanca piştgiriyê gelek çalakî pêk hatin. Di 17’ê Mijdarê de Mehmet Ocalan hevdîtin bi Abdullah Ocalan re pêk anî û dawî li grevan anîn.   çavkanî   *Grevên birçîbûnê / Rojiyên mirinê, TTB û nîqaşên dawî (Kovara Hekîm û Civakî ya Tabîbên Tirk)   Hejmara 200 a Mijdar-Kanûn: di 6'an de hatiye weşandin.   *Kovara SBF ya Zanîngeha Enqereyê Pirsgirêka Mafê Mirovan Grevên birçîbûnê (Murat Sevinç)   *Li Tirkiye û cîhanê grevên birçîbûnê (Ahmet Taşkın)