ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2018'AN 2018-12-17 09:00:00   *Nivîskara jin a bi navê Gulgeş Deryaspî di derbarê berhema xwe ya nû ya bi navê Ez Ne Ez im de diyar kir ku berhemên bi zimanê dayikê di jiyana mirovan de xwedî cihekî taybet e û wiha got:"Divê hemû jin li zimanê dayikê xwedî derkevin. Çimkî zimanê dayikê hêviya di dilê mirovan de geş dike û xizmetê ji hebûna wan re dike."   *Hevjînên Şehîdan yên herêma Efrînê ku tevlî dewreya Şehîd Bêrîtan bibûn diyar kirin ku dema mirov bixwaze xwe bi pêşve bixe û dîroka xwe nas bike pêwiste ku mirov xwe perwerde bike. BI DÎMEN   * Li Kampa Serdemç ya li Kantona Şehbayê zarokên Efrînê yên koçber ku di kampê de bi cih bûne ji bo xwe pêş bixin herdem  berê xwe didin pirtûkxweneyê û pirtûkan ji xwe re digirin ji bo ku bixwînin. Zarokên ku ji pirtûkan encam girtine ji ajanasa me re axivîn. BI DÎMEN   *Li navçeya Şêrawa ya Kantona Şehbayê li gundê Ziyaretê ji ber pêdiviyên koçberên ji Efrînê kampeke nû ya bi navê  Kampa Vegerê hat vekirin.   *Siyasetmedara Kurd Leyla Guven ev ji mehekê zêde ye di greva birçîbûnê de ye. Di pêvajoyên ku hemû riyên siyaseta demokratîk tên girtin de grevên birçîbûnê pêk tên û heta niha li gelek welatên cîhanê jî pêk hatine. Siyasetmedara Kurd Leyla Guven ku meheke di greva birçîbûnê de ye carek din çalakiyên grevên birçîbûnê yên li hember rejîmên Dîktatoryal anî rojevê.   *Li Ebex a Wanê zindana ku di sedsala 18’emîn de ji aliyê Kok Axa yê Êzidî ve hatiye çêkirin û ji aliyê keça wî Dilşah ve hatiye birêvebirin ev 301 sale li ser piya ne.   *Di mehên zivistanê de li qadên çiyayî ji ber baranê parçeyên zinarên ketine rê li ber qeza û mirinan ve dike. Têlên ku ji bo çareseriyê tê bikaranîn jî ber qezayan nagire.BI DÎMEN   *Şaredariya DBP’ê ya Ebexê ji bo gundan gelek xebat dabûn destpêkirin lê piştî qeyûm hatin tayînkirin şûnde hemû rê di nava axê de man. Jinan diyar kirin ku ew şaredariyên xwe yên hilbijartibûn şûnde dixwazin.BI DÎMEN   *Endama MYK’a KESK’ê Elîf Çuhadar diyar kir ku herî zêde jin ji krîza aborî bi bandor dibin û wiha got: “Hewl didin barê krîz û xizaniyê li jinan bar bikin. Em ne hêza pêvek a sermayê ne. Em ê nebin parçeyek ji vê şîdetê. Em ê têkoşîna mafê wekhev heta dawî bimeşînin.   *Qeyûmê tayînî şaredariya Farqînê bû ev du sale tu xizmet ji gel re nekiriye. Welatiyan wiha got: “Riyên me yên çêkirî jî xera kirin. AKP li Farqînê bi ser neket. Bila êdî vê yekê qebûl bike. Em ê di sindoqan de bersivê bidin wan û ji şaredariyê bişînin.”BI DÎMEN