Ji bo azadiya Abdullah Ocalan îmze hatin komkirin 2018-12-16 16:53:17     GIRÊ SIPÎ - Rêxstina Kongreya Star li Katnona Girê Sipî derbarê hemliya komkirina îmzeyan ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan de daxuyaniyek da çapemeniyê.   Hemliya Komkirina Îmzeyan ku ev demek hatibû destpêkirin ji aliyê rêxstina Kongereya Star li Kantona Girê Sipî û Navçeyên wê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan, îro bi daxuyaniyekê hat bi dawîkirin. Di daxuyaniyê de rêvberiya Kongra Star ya Girê Sipî û navçeya Eyn Îsa û Meclisa Kantonê û Navçeyê jî amede bûn. daxuyanî li pêşiya navenda Kongreya Star ji aliyê endama Kongreya Star Losiyan Matosiyan ve hat xwendin.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:   "Di pêşengiya  Kongreya Star a Girê Sipî de hemliya komkirina îmezeyan ku ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocelan hatibû destpêkirin îro bi dawî bû û di vê hemliyê de 23 hezara û 389  îmeze ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan hatin komkirin. Ev hemle ji bo ku dengê gelê azadîxwaz bighînin tevahî cîhanê ku dibêjin em azadiya rêberê xwe dixwazin e. Bangewaziya me ji saziyên mafên mirovan ku tecrîda girankirî li ser Rêber Apo werê rakirin."   Daxuyanî bi dirûşma" Azadiya Rêber Apo azadiya me ye" bi dawî bû.