Li Şehbayê greva birçîbûnê bi dawî bû 2018-12-16 15:35:30   ŞEHBA - Bi dirûşmeya” Sonda me em ê pergala Îmralê bişkînin û bi Rêber Apo re azad bijîn ” çalakiya girêva birçîbûnê ya ku ji bo pişgirtiya çalakiya Leyle Guven û şikandina tecrîda giran li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû lidarxistin bi dawî bû.    Çalakiya girêva birçîbûnê ya ku Kongreya Star ji bo  piştevaniya bi çalakiya  Leyle Guven re û şikandina tecrîda giran li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja xwe ya 3'emîn de duh bi şev bi dawî bû. Di roja dawî ya çalakiyê de Jinên endamên Saziya Malbetên Şehîdan ya Kampa Berxwedan, Endamên Kongreya Star ya kampa Berxwedanê, Hemû sazî û dsesteyên Rêveberiya xweser ya Kampa Berxwedanê tevlî çalakiyê bûn. her wiha hemû Meclîs û Komunên Navçeya  Ehrezê, Navçeya Til Rifet, Navçeya Kefer Naya, Navçeya fafînê, Navçeyê Ehdes ,Til Qirah ,Til Şiîr, Yekîtiya Jina Azad ya Kantona şehbayê, Kongreya Star ya Navçeya Ehdes, Komîteya Perwerdeya Civaka Demokatîk, Tevgera Çand û Hunerê, Kevana Zêrîn, Yekîtiya Êzidiyan jî çûn serdana çalakiyê.   Piştî deqeyek rêzgirtinê, Endama Kongreya Satr ya navçeya Ehdes Zêneb Xelîl li ser navê Meclîsa Malbetên Şehîdan, Sûreya Hebeş li ser navê Tevgera Çand û Hunerê, Ehdes Gulê Muhemed  li ser navê meclîsa Navçeya fafînê, Emîra Yûsif  li ser Navê Kongreya star,  Xaliye Hesen li ser navê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokatîk,  Henîfa Xelîl li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û  Hevseroka Meclîsa Navçeya Til Rifet Xade Hicazî axaftin kirin.   Soza berxwedanê hat dayîn   Di axaftinên hatin kirin bal hat kişandin ser girîngya çalakiyê û wiha hat gotin: " Ev çalakiya ku ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Pkk’ê Abdullah Ocelan dest pêkiribû îro bi dawî dibe, lê çalakiyên ji bo azadiya Rêber Apo ji zîndana Îmraliyê wê bi dawî nebin, ev bi salan e li ser  Rêber Apo tecrîdeke giran heye, weke jinên Efrînê em soz didin Rêber Apo ku em ê ji bo azadiya rêberê xwe ranewestin û di çalakiyan de."   'Dagirkirin berdewamiya komployê bû'   Di berdewamiya axafitnên hatin kirin de kiriyarên dewleta tirk ên li ser Efrînê jî hatin bibîrxisitin û wiha hat gotin :"Dewleta Tirk ji bo şikandina îradeya gelê kurd bi tayîbet îrade û vîna jinan, Rêber Abdullah Ocaan dîl girt.  Herî dawî jî dagirkrina Efrînê ku hat kirin jî  berdewamkirina komploya li dijî Rêber Apo bû. em wek jinên şopdarên felsefeya Rêber Apo  em ê tu carî serî ji Dewleta tirk a dagirker re netewînin, heta dawiyê em ê di nav çalakiyan de bin. Em ê pişgirtiya berxwedana Leyle Guven bikin û Rêber Apo ji zîndana Îmralê azad bikin."   Çalakîya gireva Birçîbûnê bi dirûşmên" Bijî Rêber Apo, em hemû Leyla Guven in" bi dawî bû