Çalakiya gireva birçîbûnê di roja duyemîn de berdewam dike 2018-12-16 14:52:48   HESEKÊ - Çalakiyên gireva birçîbûnê ya ku li navenda Çand û Hûnerê ya Navçeya Amdûdê hat li darxistn, di roje duyemîn de berdewam dike.   Bi armanca şermezarkirina tecirîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan û piştevaniya berxwedana Leyla Guven,  Çalakiyên gireva birçîbûnê bi pêşengtiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Kongreya Star ya Kantona Qamişlo li navenda Çand û Hûnerê ya hûrî ya Navçeya Amûdê tê li darxistin,  di roja duyemîn de berdewam dike. Di çalakiya hat lidarxisitn de hemû welatiyên Amûdê û nûnerên sazya jî di çalakiyê de cihê xwe girtin.   Roja duyemîn a çalakiyê bi rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê  û bi dirûşmeyên, “bimere komploya li ser Rêber Apo” “Bijî serok Apo” “Bê serok jiyan nabe” “Bijî berxwedana zindanan” hat destpêkirin.    Rêveberiya Saziya Edaleta Jinê ya Mecilisa Kongreya Star Mira Zoro jî bixêrhatina kesên hatin serdana çalakiyê kir û wiha got:"Em wek welatiyên Navçeya Amûdê bi armanca rakirina tecirdê li ser Rêberê Netewa Demokratîk, piştgirya berxwedana Leyela Guven ya di zindanê de û  Gelek hevalên me yên berxwedêr di hindirê zindana de. Em wek gelê Bakûrê Sûriyê em ê heta dawî piştgiriyê bidin hevalên xwe."   Pişt re jî Koma Navenda Çand û Hûnerê a Hûrî hin stiranên şoreşgerî pêşkêşî çalkvanan kirin.   Çalakî bi serdanan berdewam dike.