Li Girtîgehan koma sêyemîn greva birçîbûnê dewr girt 2018-12-16 13:55:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên PKK'yî û PAJK'î yên li Girtîgehên Tirkiye û herêmê ku di 27'ê mijdarê de li dijî tecrîda Rêberê PKK'ê  Abdulla Ocalan greva birçîbûnê ya 10 roj dorveger û bêdawî dabûn destpêkirin, koma 3'emîn dewir girt.    Girtiyên PKK'yî û PAJK'î di 27'ê Mijdarê de li dijî tecridkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo azadiya Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya 10 roj dorveger û bêdawî kiribûn. Piştî koma Yekemîn û Duyemîn 10  roj grev dewir girtin îro koma sêyemîn dewir girt. Li 6 girtîgehên Tirkiye û herêmê jî 30 girtiyê dest bi greva bêdem û bêdorveger kirin.    Girtiyên bi riya malbat û parêzerên xwe diyar kirin ku koma 3'emîn a ku çalakî dewer girtine girtiyên van girtîgehan e:   Îzmîr    * Li Girtîgehên Tîpa F a Hêjmar 1-2 ên Kiriklarê li her girtîgehekê 3 kesan di koma sêyemîn de cih girtin.    Li girtîgeha Jinan a Şakranê jî jinên siyasî yên kawîşa 4'an, bi 4 girtiyan koma sêyemîn dewir girtin.    * Li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 1 a Şakranê jî 2 kesan dest bi greva birçîbûnê kirin.    * Li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 3 a Şakranê jî, ji 18 girtiyan 12 girtî ketin grevê û grev dewrî koma 3'emîn ku ji 6 kesan pêk tê kirin.    * Li Girtîgeha tîpa T a 2 a Şakranê Koma sêyemîn ku ji 10 girtiyan pêk tê grev dewir girt.    * Li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 4 a Şakranê jî ku her komek ji 5 kesan pêk tê îro koma sêyemîn a ji 5 kesan pêk tê dewir girt.    * Li Girtîgeha Tîpa T a Menemenê jî 3 kesan dest bi grevê kir.    * Li Girtîgeha Girtî ya Odemişê jî ji 50 girtiyên siyasî koma ji 4 kesan pêk tê dewir girt.    Denîzlî   Li Girtîgeha Tîpa T a Denizliyê ya jinan jî girtî greva bi koma sêyemîn berdewam dike.    Aydin   Li Girtîgeha Tîpa T a Soke ya Aydinê jî grev bi koma 3'emîn ku ji 2 kesan pêk tê didome. Îro koma seyemîn dewir girt.    Balikesîr   * Li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 1 a Bandirmayê jî li her kawîşê 6 kesan dest bi grevê kir.    * Girtiyên jin ên siyasî yên li Girtîgeha tîpa T a Burhaniye ya Balikesîrê jî greva dorveger bi yek yek yek didomînin.    Li girtîgeha Kepsutê ya Balikesirê jî 3 girtiyan grev dewir girt.    Manîsa   * Li Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê jî 2 girtiyên siyasî grev dewir girtin.    Dîlok   * Li Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê jî girtiyên siyasî Davut Cankul, Yusuf Karaaslan, Rêkar Kawa Huseyin, Ali Karakaş û Îskender Yalçin dest bi grevê kirin.