Li Konabanê 1'emîn dewereya perewerdê ya li ser tendirustiyê 2018-12-16 13:09:45   KOBANÊ - Bi armanca zêdekirina hemşeriyên ku li qadên tendrustiyê bixebitin li Kantona Kobanê 1'emîn dewreya perwerdê li ser tendirustiyê hat destpêkirin.   1'emîn  dewreya perwerdê ya 28 jinên hemşere ku beriya çend rojan ji perwrdeya Şehîd Lêgerîn ya Akadimiya Şehîd Şîlan ya Kongreya Star mezûn bûn,  Îro li Akadimiya Tenduristiyê ya Kantona  Kobanê 28` Jin yên Kobanê, tevlî Perwerdeya bi navê şehîd Lêgerîn bûn. waneyên ku di perwrdê de bên dayin wê ji aliyê bijîşkan ve derbarê nexweşiyan de bên dayîn. Bi vî rengî wê 6 mehan perwerde dewam bike.   Perwerde di roja yekê de bi beşdarbûna mêvanan dest pê kir.  Paşê li ser navê Akademiya Tendurstiyê Bijîşk Talîn Teyar, li ser  navê Meclisa Perwerdê Felek Yûsif, Endama Têkiliyên Diplomasî ya Akadmiyê Sozan Hesen û Hemşîre Fatma Ehmed axavtin kirin. Di axaftinan de wiha hat gotin:" Em bi hêvî ne ku ev perwerde serkeftî derbas bibê.  Ji ber ku di rewşa heyî de pêwîstî bi hemşîreyên jin pir heye. Tendrustiya nexweşan berpisiyartiya me ye û ev jî erka bijîşkên jin e." Dê sibe waneyên wan destpê bikin.