Heyet ji Herêma Kurdistanê ji bo sersaxiyê çû mexmûrê 2018-12-16 10:18:24   MEXMÛR - Heyete ku ji komên cuda cuda yên li başûrê Kurdistanê pêk dihat ji bo sersaxiyê duh çû Mexmûrê û ji gelê wargehê re sersaxî xwest    Weke ku tê zanîn di 13'ê Kanûnê de li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî êrişek hawayî ji aliyê artêşa dewleta tirk ve pêk hat. Ev êrîş li ser Gelê sivîl yê Wargeha Penaberan Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr)   pêk hat, di encamê vê êrişê de 4 jin şehîd bûn. Ji bo sersaxiya her çar şehîdan duh heyetek li ser navê Zehmet Kêşanî Kurdistan, YNK, YND, Goran û Hizbî Şîî  ku pêk dihat hat wargehê û sersaxî ji Gelê Wargehê re xwast.  Li ser navê Hizbî Zehmet Kêşanî Kurdistan berpisyara Dibistana Siyasî Nîştîman Kemal Îbrahîm axivî û got; "Pêwîstiya Gelê Kurd bii Yekitiyê Heye."   'Qetilkirina sivîlan hovîtî ye'   Nîştîman Kemal Îbrahîm di berdewamiya axafitina xwe de wiha got: “Weke Hizbî Zehmet Kêşanî Kurdistan em hatîn vir ji bo sersaxiyê ji bo kesên ku di encama topbarana artêşa dewleta Tirk de şehîd bûne. Li wargeha Şehîd Rustem Cudî di 13'ê Kanûnê de  êrişek li ser gelê wargehê yê sivîl ji aliyê Tirkiyeyê de pêk hat bû.  Artêşa tirk roj bi roj serweriya xwe li ser xaka welatan zêde dike. Li hember vê jî tevahî dewletên cîhanê û dewletên NY bê deng mane. Em ji dewletên NY'ê re dibêjin ku ev Wargeh di bin çavderiya we de ye û pêwîste hûn li hember dewleta tirk helwesta xwe diyar bikin. Tevahiya niştecihên wargehê ji gelê sivîl pêk tê  gelê sivîle pêk tê û divê ku bên parastin.    Tişta ku li ser van kesên penaber tê kirin binpêkirina tevahî qanûnê mafên mirovan e. Pêwîste tevahî gelên cîhanê jî li hember dewleta tirk xwedî helwest bin. Wek ku em hemû dibînin kuştina kesên sivîl ji bo mirovahiyê hovîtiye. Weke Netewa Kurd pêwîste li hember vê em xwedî helwest bin, Yêkîtiya xwe biparêzin, li hember dagirkeriya ku dewlat pêk tînin. Cardin em ji malbatên ku kesên wan di van êrîşan de şehîd ketine re sersaxiyê dixwazin."   Ji bo qebûlkirina sersaxiyê saet di 09:00’ê sibê de li Saziya Malbatên Şehîdan şîn hatibû danîn, Hemû gelê waregehê ji bo sersaxiyê serlêdana saziyê kirin. Şîna ku hatibû danîn piştî serdana sersaziyê ya heyetên ji derve bi dawî bû.