Girtiyên li Mêrdînê nikarin bên cem hev 2018-12-16 09:04:56   MÊRDÎN- Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê ku her tim bi zext û lêpirsînan tê rojevê, hat hînbûn ku îdara girtîgehê bê hincet hevdîtinên navxweyî yên girtiyan asteng dike.   Li girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê derket holê ku rêveberiya girtîgehê hevdîtinên navxweyî qedexe kiriye. Hat hînbûn ku herî dawî li jinên ku ketibûn grevê jî lêpirsîn hatiye destpêkirin û ev meheke girtî nikarin hevdîtina navxweyî bikin.   Girtiyan di peyama ku bi hevkariya malbat û parêzeran şandiye de diyar kirin ku hevdîtinên navxweyî beyî hincet hatine qedexekirin û bang kirin ku divê ev rewş demildest bê sererastkirin.   Hevdîtinên parêzeran   Li girtîgeha ku her diçin zext zêde dibin, berê jî hevdîtina parêzeran xistibûn bin qeydan û ji ber vê girtî bi mehan derneketin hevdîtina parêzeran. Tevî îtîrazên parêzaran rayedarên girtîgehê şûnde gav navêtin.