‘Hedefa Tirkiyeyê yekineyên kurd e 2018-12-16 09:03:48   ENQERE - Pispora Rojhilata Navîn Hamîde Yîgît diyar kir ku armanca êrîşên Tirkiyeyê ya li hember Şengal û Mexmurê ev e ku li Mînbîcê yekineyeyên kurdan bikşîne rohilatê Firatê û wiha got: “Ev demek dirêje vê ji DYA’yê dixwaze. Lê DYA ne red dike ne jî pêk tîne. Beriya hilbijartinên 24’ê Hezîranê ji bo gera TSK’ê ya li Mînbîcê erênî mêze kir. AKP’ê jî ev kir alava hilbijartinê û niha jî em di heman pêvajoyê de ne.”   Piştî gotina serokomar Recep Tayyîp Erdogan ya ‘Em ê biçin Rojhilatê Firatê’ şûnde TSK’ê Mexmur û Şengal bombebaran kir. Di van êrîşan de 3 jin zarokek bi giştî 4 kesî jiyana xwe ji dest da. Pispora Rojhilata Navîn Hamîde Yîgît hedefa AKP, cihê DYA û Rûsyayê ya di vê operasyonê de nirxand.   Hamîdeyê diyar kir ku hikûmeta AKP’ê ‘Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê’ ava kiriye û wiha got: “Qaşo bi vê ewlehiya sînor digirin. Lê AKP di esasê de ji bo potansiyela cîhadî li Tirkiyeyê cih fireh dike.Cerablus û Efrîn ji bo vê hat dagirkirin. Daxuyaniya serokê giştî yê AKP’ê ya ‘Em ê biçin rojhilatê Firatê’ jî ji bo serê hinek şewatan bigire kiriye. Diyare li serê AKP’ê pisgirêkek mezin heye.”   ‘Hedef Mînbîc e’   Hamîdeyê ev tişt anî ziman: “Xuya ye wê cîhadiyan ji Îdlîbê bigirin û bikşînin Bakur. Êrîşên li hember Mexmur û Şengalê jî bi armanca biryarbûna xwe nîşan bidin, pêk anîne. Dixwaze Formula Mînbîcê çareser bike. Ez dibêjim wê ev ne wek Efrînê be. AKP wek tevgera ‘Mertalê Firatê’, ‘Baskê Zeytunê’ nav jî lê nekir. Erdogan û fermandarê giştî dibêjin em diçin lê YPG’ê îlan kir ku wê bersivê bidinê. DYA’yê niha tenê got ‘ev nayê qebûlkirin’. Li herêmê tenê kurd tune ne. DYA, Fransa, Îngîlîstan û Suudî Erebîstan jî heye. AKP nikare vê mutefîkbûnê bigire hember xwe. Li gorî min hedefa wan ya esas Mînbîc e. Dixwazin ji Mînbîcê YPG’ê derbixin. Rusya jî dibêje ‘Em di têkiliyê de ne’. Bandora Rusyayê li Rojhilatê Firatê tune. Di vir de pozîsyona DYA’yê bi bandor e. DYA taktîta ‘hem kurdan hem Tirkiyeyê bi hev re îdarekirin’ pêk tîne. Lê heta kû derê? Ya krîtîk jî ev e. DYA daxwazên Tirkiyeyê dizane û di esasê de dixwaze bîne cih jî.”   Hamîdeyê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku AKP hewl dide rojavayê Firatê ji cîhadiyan re veqedîne, lê her şaşiya di polîtîkaya derve de zêdetir îflas û xetereyan bi xwe re tîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev demek dirêje vê ji DYA’yê dixwaze. Lê DYA ne red dike ne jî pêk tîne. Beriya hilbijartinên 24’ê Hezîranê ji bo gera TSK’ê ya li Mînbîcê erênî mêze kir. AKP’ê jî ev kir alava hilbijartinê û niha jî em di heman pêvajoyê de ne.”