Pervin Buldan: Dê Colemêrg dîsa bi sekna xwe dîrokê binivîse 2018-12-15 16:18:54   COLEMÊRG-Hevseroka HDP'ê Pervin Buldan li Colemêrgê li pêşberî hezaran axivî û got:"Em ê bi roj û bi şev li dijî ev polîtikayên zilmê bixebitin û serî hildin. Dê Colemêrg dîsa bi sekna xwe dîrokê binivîse."   Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û heyeta bi wê re piştî hevdîtina gel a Agirî û Îdirê vê carê li Colemêrgê bi gel re hat ba hev. Pervînê got:" Em ê tu carî ji rêgezên xwe tavîzê nedin."   Pervînê wiha got:"Bi vê pêşwaziya we ya bi coş we me şanaz kirin. Gelê Colemêrgê tu carî çonga xwe li ber tu kesî netewandiye. Me komkujî û tundiya ku li vê herêmê hat kirin ji bîr nekiriye. Em ê tu carî ji rêgezên xwe tavîzê nedin û bi gelê xwe re bin."   'Daxwaza Leyla Guven daxwaza bi milyonan e'   Pervînê wiha dewam kir:"Emê heta dawî piştigiriyê bidin çalakiya gireva birçîbûnê ya Leyla Guven û ji bo tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan bi dawî bibe em ê li berxwe bidin. Tecrîd sûcê mirovatiyê ye. Daxwaza Leyla Guven daxwaza bi milyonan e. Ji aliyekî din ve jî Mexmûr û Şengal tê bombebarankirin. Divê Neteweyên Yekbûyî li dijî vê yekê bêdeng nemîne. Mirovên sîvîl li wir careke din hedef hatin girtin. Em ê bi roj û bi şev li dijî ev polîtikayên zilmê bixebitin û serî hildin. Dê Colemêrg dîsa bi sekna xwe dîrokê binivîse."   Pervînê piştî axaftina xwe bi heyeta bi wê re derbasî Geverê bû.