Li Kantona Şehbayê çente li zarokên Efrînê hat belavkirin 2018-12-15 15:29:09   ŞEHBA - Heyva Sor a Kurdî bi alîkariya gel, Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPCD), hemû sazî û desteyên Rêveberiya Xweser li kantona Şehbayê çenteyên dibistanan ji zarokên Herêma Efrînê  yên ku di bin dibistanên hilweşî de xwendina xwe berdewam dikin, belav kirin.   Di encama êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê de gelek zarok ji dibistanên xwe hatin dûrxistin. Niha gelek zarok li Şehbayê bi din bane hilweşandî de xwendina xwe didomînin. Heyva Sor a Kurdî bi alîkariya gel, Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPCD), hemû sazî û desteyên Rêveberiya Xweser li kantona Şehbayê çenteyên dibistanan ji zarokên Herêma Efrînê  yên ku di bin dibistanên hilweşî de xwendina xwe berdewam dikin, belav kirin.   Di çarçoveya vê mijarê de Endama Heyva Sor a Kurd Emîra Muhemed Tobel diyar kir ku wê li du beşan çentan ji zarokan re belav bikin û got:" Îro em wek heyva sor a kurdî bi alîkariya Gel, Hemû sazî û desteyên Rêveberiya Xweser, Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk li dibistana Şehîd Rustem ji zarokan re  çente belav dikin. Hejmara giştî ya çeteyan 12500 çente ne lê heta niha 6000 çente ji mere hatiye, wê li ser du beşan ji Kefer Neye,Tilrifet,Ehrez, Ehdes û li Navçeyê Şêrewa were belavkirin."   Di heman demê de Endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Xedîce  Ibrahîm jî axivî û wiha got:" Piştî ku zarokên Herêma Efrînê bi dara zorê hatin koçkirin û li kantona Şehbayê bi cih bûn ji ber ku çenteyên zarokan tune bû zarok bi dijwarî dixwendin, lê belê niha çente li zarokan hat belavkirin."   Zaroka bi navê Beyaz Hoto wiha got:" Piştî ku Erdogan êrîşî Efrînê kir û em ji Efrînê derketin çenteyên me yên dibistanê li pey me man, lê îro em gelek kêfxweş in ji ber ku Heyva Sor a Kurd ji mere çente belav kirin."   Her wiha Zaroka bi navê Sûad Hemdo  jî ya bi temenê  13 salî wiha got:" Ez gelek kêfxweş im ji ber ku çenteyê min çê bû û ez gelek ji mamosteyên xwe û gelê xwe hez dikim, ji ber ku bi alîkariya wan îro çenteyên me çê bûn û êdî baran li pênûsên me naxe."   Zaroka bi navê Şêrîn Cafer û Leyla Hemdoş wiha gotin:" Erdogan bi êrîşên xwe li ser Efrînê de xwest ku zarokên Efrînê ji dibistanan qut bike, lê îro em li Kantona Şehbayê di bin zor û zehmetiyan de xwendina xwe berdewam dikin, em îro pir kêfxweş in ji ber ku çenteyên dibistanê ji me re hatin."