Li Mexmûrê serdana ji bo kesên jiyana xwe ji dest dan 2018-12-15 14:38:21   MEXMÛR-Li Saziya Malbatên Şehîdan ji bo 4 kesên ku ji aliyê balafirên dewleta tirk ve hatin qetilkirin, serdana ji bo sersaxiyê dest pê kir.    Di encama êrîşên hewayî yên dewleta tirk ê di 13'ê Kanûnê de  de 3 jin û zarokek hatin qetilkirin. Li Saziya Malbatên Şehîdan ji bo 4 kesên ku ji aliyê balafirên dewleta tirk ve hatin qetilkirin, serdana ji bo sersaxiyê dest pê kir.    Sersaxî di saetên sibê de dest pê kir û niha didome. Sersaxî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştî ku sersaxî dest pê kir gelê wargehê herikîn cihê sersaxiyê. Wê sersaxiya ji bo şehîdan rojekê dewam bike.   Amîne Altun a ku di bûyerê de dayîk û xwişka xwe winda kir wiha nêrînên xwe anîn ser ziman; "Gundê me hatin şewitandin em penaber bûne heya vir ev heşt wargeh bû ku em lê bi cih bûne. Ji ber zilma Erdogan, gava em li Bihêrê jî bûn balafir li ser me rakirin. Di malbata min de heya niha pênç şehîd çê bûne. Di vê êrişa dawî de jî dayîka min Asya û Xwişka min Narinç di encama êrişa balafirên artêşa tirk de şehîd ketin. Tevahî xelkê wargehê jî dizane ku bavê min li ber pezê xwe bû hate kuştin. Ew kesên dibêjin em mafên mirovan diparêzên bi çavên xwe dibin şahidê vê zilmê. Tu debara me nîne em neçar in ji bo debara xwe sewalan xwedî bikin. Me jî ji xwe re sewal xwedî dikir, ez bi xwe wê gavê ji wê derdiketim, dayik û xwişka min jî di  mal de bûn. Heya ez gihaştim mala xwe car din bi lêdana balafiran re ez ber bi mala dayîka xwe ve reviyam.  Xelk hatin û cenaze rakirin. Erdogan naxwaze ku ne dayik, ne zaro, tu kes bijî. Bangawaziya min ji mafê mirovan re heye êdî tehemmula me nemaye bila li erkê xwe xwedî derbikevin. Qaşo ev qampa penaberan dibin parastina Neteweyê Yekbûyîn de ye lê dengê xwe nakin. Wisa xuya dike ku tu mafê mirovan nemaye. Ew kesên ku dibêjin em mafê mirovan diparêzîn pêwîse di rojên wisa de zor û zehmet de bi me re bin û me biparêzin. Asta zilmê gihaştiyê herê jor. Tecrît li ser Rêberê me heye, ev tecrit li ser tevahî milletê Kurd e. Divê tecrîde jî bi dawî bibe."   'Tu kes nikare hêz û vîna Kurdan bişkîne'   Dayîka Helîme Bulut jî wiha hestên xwe anîn ser ziman û got; "Ev êrişa ku li ser xelkê kampê pêkhatiye em şermezar dikin. Em xelkên medenîne, penaber in. Di tevahî qanunan de bê destur ketina nava axa welatekî qedexe ye. Bila tevahî cîhan bi çavê xwe jî bibine, yên ku hatin şehîd xistin mirovên medenîne û malbat bûn. Nasnameyên wan jî bi raya giştî re parve kirin. Rast e ji bo Erdogan tevahî gelê Kurd terorîst e. Çima tevahî dewletên cîhanê bê deng û ker û lal dimînin. Îro dora me ye wê sibe dora wan jî be. Tevahî dewletên cîhanê li hember vê bêdeng dimînin û çavên xwe ji kiryarên Erdogan re digirin. Gotinek heye dibêjin ger ku em taştî bin hûn firavîn in.  Ev êriş li ser tevahî Kurdan tê kirin. Lê em di wê bawerî, hêviyê de ne ku em ê bi ser bikevin. Tu kes nikare hêz û vîna Kurdan bişkîne."