'Konferansa Demokrasiyê' dest pê kir 2018-12-15 12:36:58   STENBOL-Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyigit di destpêka vekirina 'Konferansa Demokrasiyê' ya ku ji aliyê HDK'ê de hat destpêkirin axivî û got:"Meşa demokrasiyê dirêj e. Divê em bi hev re di vê rêyê de bimeşin."   Yekemîn roja konferansê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) li Otela Taksim Elite Word dest pê kir. Dê konferans 2 rojî bidome. Di roja yekem de dê li ser mijarên wekî 'Cîhanek ça wa-Em di pêvajoya dîrokî de demokrasiyê nîqaş dikin','Li Tirkiyeyê tecrubeyên têkoşîna demokrasiyê û şopa wê ya îro','Dinamîkên Antikapitalist, civakî, demokratîk, azadîxwaz' bê sekinandin. Di nav axaftvanan de ji Zaningeha Başkentê Doç. Dr. Şebnem Oguz, Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk û Feminista azad Hülya Osmanagaoglu cihê xwe girtin. Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezai Temelli, Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Esengul Demir, Hevberdevkên HDK'ê Gulistan Kılıç Koçyigit û Onur Hamzaoglu û Hevserokên HDP'ê yên navçeyan beşdarî konferansê bûn.    'Li Cizîrê mirov zindî hatin şewitandin'   Piştî deqeyek rêzgirtin Gulistan Kılıç Koçyigit axaftina destpêkê kir û got:"Li Jêrzemînên Cizîrê bi sedan mirov zindî zindî hatin şewitandin. Li Cizîrê daxwaza em ê bajarê xwe û xwe bi rê ve bibin hebû. Lê dewletê bersivek tund da vê daxwazê. Niha jî vê tundiyê bi tecrîda li ser Birêz Ocalan didomîne. Çalakiya Leyla Guven a ji bo tecrîd bi dawî bibe meşek demokrasiyê ya mafdar e. Ev meşek wicdanî û ehlaqî ye. Em li daxwaz û çalakiya wê xwedî derdikeve û wê slav dikin. Ev ne tenê merseleyek ku tenê li ser pişta girtiyên di girtîgehan de bimeşe ye."   'Meşa demokrasiyê meşek dirêj e'   Gulistanê da zanîn ku li Tirkiyeyê niha ew bi faşîzmek mezin rû bi rû ne û wiha domand:"Meşa demokrasiyê dirêj e. Divê em bi hev re di vê rêyê de bimeşin. Demokrasî ji bo me xwedî wateyek girîng e."   Konferans bi rûniştina yekem didome.