2018 ji bo gelan salek reş bû: Di 2019’an de hewcedarî bi yekitiya hêzê heye 2018-12-15 10:00:46   Hîkmet Tunç   WAN - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan diyar kir ku sala 2018’an ji bo gelan salek reş bûye û wiha got: “Hewcedarî bi yekitiya hêzek mezin heye. Ji ber em salek di nav de dijhiqûqî, zext û mudaxale hebûn li pey xwe dihêlin. Sala 2019’an ji bo demokratîkbûn û mijara aştiyê derfet e. Hêviya min ev e ku wê sala 2019’an di alî gelan de bi têkoşîn derbas bibe.”    Sala 2018’an di alî gelan de li Tirkiyeyê neyînî derbas bû. Di alî aborî, civakî û siyasî de ne salek neyînî bû. Bi kaos û pirsgirêk derbas bû. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan diyar kir ku piştî hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015’an şûnde bi konsepta ket dewrê li Tirkiyeyê her tişt serobino bûye.   Pervînê diyar kir ku li Tirkiyeyê krîz û kaosek mezin hatiye jiyîn û wiha pê de çû: “Gelek mudaxale û zext pêk hatin. Li hember destkeftiyên Kurdan êrîşên cidî hatin jiyîn. Bi taybet piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê şûnde AKP’ê ev wek derfet bi kar anî û hemû hêzên artêşê da pişt xwe û êrîşên cidî pêk anî.”   ‘Em pêvajoye krîza Tirkbûnê dijîn’   Pervînê daxuyakirin ku êrîşên tifaqa AKP-MHP’ê ya li hember Kurdan û muxalefetê wek ‘krîza Tirkbûnê’ nirxand û wiha pê de çû: “Hemû aliyan ji vê para xwe girt. Piştî 15’ê Tîrmehê şûnde bi îlankirina OHAL’ê re pêvajoya tasfiyekirina siyaseta demokratîk hat destpêkirin û bi KHK’yan di qada cemawerî de jî tasfiyekirinan dest pê kir. AKP û MHP’ê piştî hilbijartinên 7’ê hezîranê şûnde operasyon li dijî Kurdan û muxalîfan pêk anî û ev jî dikare wek krîza Tirkbûnê bê îfadekirin. Bi taybet jî jin ji vê rewşê bi bandor bûn. Dîsa ji ber pirsgirêkên aborî ciwan gelek bi bandor bûn. Em dikarin vê rewşê hinek wisa binirxînin. Her ku çû faşîzm zêdetir bû.”   24’ê Hezîranê ezmûnek girîng bû   Pervînê balkişand ser hilbijartinên serokomarî û parlamenteriyê yên di vê pêvajoyê de pêk hatine û ev tişt bi lêv kir: “Bi van pêvajoyan re gelên Tirkiyeyê yekitiyek cidî pêk anî. Di hilbijartinan de dengên ‘na’ derket. 24 Hezîranê ezmûnek girîng bû. Gelên Tirkiyeyê ji vê ezmûnê serkeftî derketine.”   ‘Rojevên me tecrîd û hilbijartinên 31’ê Adarê ne’   Pervînê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Pêvajoya pêş me pêvajoya têkoşînê ye. Me wekî HDP sê rojev danî ber xwe. Ya yekem tecrîd, ya duyem hiqûq û ya sêyem jî hilbijartinên 31’ê Adarê ne. Çalakiya ku Leyla Guven daye destpêkirin jî ne çalakiyek wisa hêsa ne.Leyla Hevseroka KCD'ê û jinek e. Ji ber vê çalakiya wê cuda girîng e. Birêz Leyla gelek bi coş û moral e. Ji piştgiriya tê dayîn gelek hêz girtiye. Leyla ji piştgiriya derve hêz û moral digire. Çalakiya Leylayê daye destpêkirin çalakiyek polîtîk e. Bi taybet ji bo bal bikşîne ser tecrîda li ser Birêz Ocalan ev grev daye destpêkirin. Ji ber vê yekê jî divê gelên Tirkiyeyê piştgiriyê bide çalakiyê.”   ‘Divê hikûmet peyama Leylayê rast bigire dest’   Pervînê bertek nîşanî zext û binçavkirinên der barê çalakiyên greva birçîbûnê da û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hikûmet bi awayekî cidî êrîşî grevên birçîbûnê û çalakiyên rûniştinê yên ji bo piştgiriya grevan pêk tê, dike. Her roj mirovan binçav dikin, 3-5 rojan li qerekolan didin sekinandin. Piştî binçavkirinan dîsa çalakî dewr tên girtin. Divê hikûmet van rast bigire dest û peyama çalakiyan bigire.”   ‘Gel li dora partiya xwe bûye xelek’   Pervînê balkişand ser hilbijartinên 31’ê adara 2019’an û ev tişt bi lêv kir: “Xwedîderketina li partiya me didome. Em ketine pêvajoyek girîng a nirxandina namzetan, avakirina komîsyonan û parvekirina bi raya giştî re. Gelê me bi coşek mezin pêşwazî kir. Li her derê serlêdanên bernamzetiyê tên kirin. Gel li dora partiya xwe bûye xelek. Ji ber li dijî îradeya gel bêrazîdarî hat kirin. Şaredarî hatin xespkirin. Bi vê re jî dijhiqûqî û nelêrêtî hatin kirin. Dersa em di hilbijartinan de bide gelek girîng e.”   ‘Salek reş bû’   Pervînê her wiha sala 2018’an ya em li pey xwe dihêlin jî bi bîr xist û diyar kir ku sala 2018’an saleke ku faşîzm, şîdet û zext derketiye asta jor bûye û wiha got: “Hewcedarî bi yekitiyek xurt heye. Kesên ji vê pêvajoyê ne rehet in û îtîraz dikin, derfetê wan ê ku sala 2019’an cuda derbas bikin heye. Sala 2018’an ji bo Tirkiyeyê salek reş bû. Zext, mudaxale û nelêrêtî hatin jiyîn. Divê gelên Tirkiyeyê bikevin milên hev û têkoşîna xwe bimeşînin.”   Pervînê balkişand ser piştevaniya jinan a di sala nû de û wiha dawî lê anî: “Sala 2018’an û beriya vê di alî jinan de dijwar derbas bû. Yên herî zêde para xwe ji êrîşan girtin jin bûn. Yên herî zêde hatin girtin jin bûn. Hevserokên me, rêveber û hevşaredarên me hatin girtin. Zîhniyeteke ku dixwaze têkoşînê tune bike heye. Divê jin li dijî vê zîhniyetê zemînek têkoşînê ya hevpar ava bike. Di 2019’an de hewcedarî bi xeteke têkoşînê ya hevpar heye.”