Xîzmeta qeyûm heriya li nava kolanan e 2018-12-15 09:08:15   COLEMÊRG - Piştî ku kevirên parke yên li Taxa Berçelan û Bîçerê  ji  aliyê qeyyûm ve hatin rakirin, Welatî ji ber berf û barana  ku bariya û herî çêbû zehmetiyê dikşînin.    Ji roja qeyûm tayînî Şaredariya Colemêrgê bûye, heta niha tu xizmet nehatiye kirin û pirsgirêk didomin. Piştî ku roja hilbijartinê di rojnameya fermî de hate weşandin şûnde qeyyûm nû dest bi xebatan kir. ji aliyê şaredariya ku qeyûm tayînî wê hat kirin ve bi hinceta ku ew ê asfat bikin kevirên parke ji taxan  hatin rakirin. Ji ber ku li şûna kevirên berî bi mehekê hatin rakirin kevirên nûh nehatin bicihkirin û asfalt jî nehat kirin her ku berf û baran  dibare kolan û tax  di nav heriyê de dimîne û hêrî dibe sedema qezeyan.    ‘Em dixwazîn îşkenceya qeyyûm bi dawî bibe’   Welatiya ku nexwest navê xwe bide diyar kir ku qeyyûm tayînî şaredariyê kirine şûnde wan xîzmet neditîye û wiha got:” Piştî ku demsala zivistanê hat, qeyyûm nû dest bi xîzmetê kir. Ev jî ne xîzmet e îşkence ye. Bi minesebeta asfaltê riyên me xerab kirin niha di nav heriyê de ne. Em ne dikarîn biçîn malê ne jî ji ber vê heriyê em dikarîn herîn sûkê. Erebe ji ber vê heriyê nikarin bikevin taxê. Piştî ku zivistan hat nû xîzmet hate hişê wan. Ew ê bi vê xîzmeta derew me nexapînin. Her roj me mijûl dike, dibêjin em ê werîn çê bikin, lê di desmala payîzê de heya niha ev çale li taxe me de vekirîne. Zarokên  me nikarin derbas bibin. Em dixwazîn îşkenceya qeyyûm bi dawî bibe."